Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Navenda Çapemeniyê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku hucreyên veşartî yên DAÎŞ’ê li Til Koçerê endamên wan Fehed Hemad şehîd kirine.

Navenda Çapemeniyê ya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê daxuyaniyek da.

 Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Endamê hêzên me li Til Koçerê Fehed Hemad El-Mihemed di 1’ê Gulanê de di encama êrişeke şaneya terorîst de li ser rêya Siyasî ya Til Koçerê şehîd bû.

Nasnameya şehîd wiha ye;

Nav û paşnav: Fehed Hemad El-Mihemed

Navê dayikê: Şemse El-Sefok

Cih û dîroka tevlêbûnê: Til Koçer 20.02.2017

Cih û dîroka şehadetê: Til Koçer 01.05.2021

Em Hêzên Ewlekariya Hundirîn sersaxiya ji malbata şehîd Fehed re dixwazin û bejna xwe li hember kedên şehîdên ku canê xwe di oxira parastina xak û gelê xwe de daye, ditewînin. Em soza xwe ya ji malbatên şehîdan re û ji gelê xwe re dubare dikin ku em ê heta pêkanîna armanca şehîdan li ser rêya wan bimeşin.”