Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Aşmê 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşa li gundê Aşmê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin, şermezar kir.

ÊRÎŞA LI GUNDÊ AŞMÊ

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li gundê Aşmê yê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker roja Şemiyê (1 Sibatê) li gundê Aşmê yê Kobanê malek sivîlan bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 7 zarok, 2 jin û mêrek birîndar bûne. Ev êrîş binpêkirina hemû qanûn û pîvanên navneteweyî yên têkildarî parastina sivîlan di demên şer de ye. Em vî sûcê hovane bi tundî şermezar dikin. Em teqez dikin ku em ê pabendî parastina gelê xwe û mafên wê bin. Di heman demê de em bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku berpirsyariyên xwe bi cih bînin û ji bo rawestandina van binpêkirinan zextê li dewleta Tirk bikin. Aştî û edalet mafekî rewa yê gelê me ye. Em ê têkoşîna mîsogerkirina ewlehî û silametiya gelê xwe bidomînin."