Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Hevrêyê me Cuma Hiso şehîd bû

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku endamê wan Cuma Hiso di encama krîza dil de şehîd bû.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî şehadeta endamê xwe Cuma Hiso daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Cuma Hiso dema erka xwe ya pîroz li hember xaka xwe û gelê xwe pêk dianî, di encama krîza dil de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Şehîd Cuma yek ji kevintirîn endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bû. Endamekî bi hemû hêza xwe kar û xebata xwe bi cih dianî. Di rêwîtiya xwe de hezkirina welat di dilê xwe de hilgirtibû û mirovekî dilsoz bû. Şehîd Cuma bi hemû dilpakiya xwe û bi cesaret erka xwe pêk dianî heya ku gihişt asta şehadetê."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya endamê şehîd bûye, wiha ye:

Nav û paşnav: Cuma Hiso

Navê Bav: Osman

Navê Dayikê: Fatê

Cih û Dîroka Tevlîbûnê: Amûdê 1/6/2012

Cih û Dîroka Şehadetê: Amûdê 4/1/2024