Hêzên dagirker ên Tirk li Mabatayê bi dehan sivîl revandin

Hêzên dagirker ên Tirk li navçeya Mabata ya Efrînê avêtin ser malan û bi dehan sivîl revandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, çeteyên dewleta Tirk ên bi navê "polîsên leşkerî" ku xaka Kurdan dagir kirine, li navçeya Mabatayê nîvê şevê avêtin ser gelek malan.

Dagirkerên dewleta Tirk di dema serdegirtinê de bi lêdanê bi dehan sivîl revandin. Nayê zanîn ku kesên hatine revandin bi ku ve birine. Navê çend ji wan ên hatine hînbûn wiha ne: Îbrahîm Xencer, Îsmet Xoce û Ehmed Meşko.

Rêxistina îstîxbarata Tirk (MÎT) di 10'ê Îlonê de jî li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ku dagir kiriye, serokê meclîsa xwecihî ya xwe ku saziyeke dagirkeriyê ye Sûphî Riziq revandibû. Tevî Riziq ji şêniyên navçeyê Kemal Yûsif, Îsam El Bekro û Fatma Qere Mİstefa jî hatibûn revandin.

Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku dagir kiriye, bi rêk û pêk sûcên şer û yên li dijî mirovahiyê dike. Revandina sivîlan êdî bûye kiryareke rojane. Sivîl bi giranî ji bo fîdyeyê tên revandin. Salên dawî bi hezaran kes bi vî rengî hatin revandin. Êşkence li hinekan hate kirin, hinek bi rengekî hovane hatin kuştin û ji hinekan jî hîn agahî nayê girtin.