Hêzên Şamê û çeteyên Enqereyê bi hev ketin

Li herêmên Idlib û Helebê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk şerê hev kirin.

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker û hêzên hikumeta Şamê li başûrê Idlibê û li qada şer a navbera Mêzinar-Kefernoran ên li rojavayê Helebê bi çekên giran bi hev ketine. Têkildarî şer agahiyên berfireh nehatin dayin.

Li gorî saziyê, şeva Duşemê hêzên Şamê 'herêma bêçek' bombe kirin. Hate ragihandin ku hêzên Şamê li rojavayê Hamê jî qadên Qestûn, Zeyzon û Ziyadiyê û li bejahiya başûrê Idlibê jî Çiyayê Zawiyê bombe kirine.