Heyeta DYA li Rojava ye

Nûnerê Trûmp di koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de Brett Mcgurk û çend rêveberên wezareta karê derve a Emerîkayê  doh bi rêya asmanî derbasî Rojava bûn.

Nûnerê Trûmp di koalîsyona navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê de Brett Mcgurk û çend rêveberên wezareta karê derve a Emerîkayê  doh bi rêya asmanî derbasî Rojava bûn.

Rawestgeha pêşî ya McGurk li derdora bajarokê Eyn Îsayê bû.

Heyeta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), li gel Meclisa Sivîl a bajarê Reqayê hevdîtin pêk anî.

Çavkaniyên ji nava civînê ragihandin ku nûnerên Amerîkayê soz dane ew ê destekê bidin xebatên Meclîsa Reqayê.

Di çarçoveya serdanê de, hevdîtina herî girîng jî îro pêk tê.

Nûnerê Trûmp û rêveberên wezareta karên derve, wê li gel fermandarên QSD'ê û YPG'ê bicivin.

Li gorî agahiyên bidest ketine, mijara sereke ya civînê wê operasyona rizgarkirina Reqayê û temamkirina şandina çekên giran ji bo YPG be.

Li gorî çavdêrên siyasî yên li herêmê, Amerîka bi şandine Brett McGurk û wezareta karê derve, peyam daye dewleta Tirk ku ew ê hevkariya xwe ya bi Rojavayê Kurdistan û Bakurê Sûrî re dewam bike.