Darbeya qeyûm li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin

Desteserkirina Şaredariyên Dersim û Pulurê li gelek bajaran bi çalakiyan hate şermezarkirin. Di çalakiyan de ji bo mezinkirina berxwedanê bang hate kirin.

Li Dersimê, çalakiya nobedê li Qada Seyîd Riza dewam dike. Endamên Partiya Çep û rêveberên wê serdana çalakiyê kirin. Berdevkê Partiya Çep Hakki Tombûl li serdanê axivî û got, "Em careke din bi polîtîka û xiyaneta qeyûm re rû bi rû ne. Li dijî qeyûm em ê mil bi mil têkoşînê dewam bikin."

Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî ku ji bo piştevaniyaê li Dersimê ye got, "Dersim berxwedan e, serhildan e, warê wan mirovan e ku serî netewandine. Li dijî polîtîkayên qirêj û qirker warê berxwedêran e."

Neslîhan Şedal destnîşan kir ku heta şandina qeyûman wê têkoşînê dewam bikin.

Neslîhan Şedal nerazîbûn nîşanî qedexekirina dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' da û got, "Em ê vê yekê li her qada jiyanê pêk bînin." Neslîhan Şedal herî dawî got, "Jin, Jiyan, Azadî".

Çalakiya nobedê bi meşa ber bi avahiya DEM Partiyê ya Dersimê bi dawî bû.

KONYA

Rêxistina DEM Partiyê ya Konyayê jî li avahiya partiyê civîneke çapemeniyê lidar xist. Hevserokê DEM Partiyê yê Konyayê Mûlla Şîmşek daxuyanî da û got, "Qeyûm encameke mejiyê darbekar ê li dijî îradeya gel e." Şîmşek diyar kir ku polîtîkayên qeyûm êrîşa li dijî nirx, çand û dîroka gelê Kurd e û got, "Dîrok şahid e, Dersim serî natewîne, serî li ber zilmê natewîne."

QERS

Rêxistinên bajar û navçeyên Qersê yên DEM Partiyê û TJA'yê daxuyanî dan. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Qeyûm darbe ye, dest nede îradeya min" hate hildan. Rêveberê DEM Partiyê yê Bajêr Serdar Aydin diyar kir ku tayînkirina qeyûm li Şaredariya Dersimê êrîşa li dijî îradeya hevpar a gelê Kurd û gelan e.

Serdar Aydin got, "Li dijî desthilatdariya faşîst em ê bi rengê herî xurt xwedî li berxwedana gelê Dersimê derkevin û têkoşîna xwe ya li dijî rejîma qeyûm mezin bikin. Li dijî darbeya qeyûm em ê îradeya gel biparêzin. Dersim wê ji aliyê gelê Dersimê ve bê birêvebirin, faşîzm wê têk biçe."

Daxuyanî bi dirûşma "Na ji qeyûm re" bi dawî bû.

AGIRÎ

Rêxistinên bajar û navçeyên Agiriyê yên DBP û DEM Partiyê li gel TJA'yê li ber avahiya DBP'ê ya Agirê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa "Şaredarî yên me ne, em nahêlin hûn desteser bikin" hate hldan. Hevserokê DBP'ê yê Agiriyê Hîkmet Adiguzel daxuyanî da û got, "Ne Dersim ne jî bajarên din bi qeyûm nikare bê birêvebirin. Qeyûm wê biçin, îradeya gel wê bimîne. Em bang li hêzên demokrasiyê dikin ku li hemberî vê darbeyê û desteserkirina îradeyê bi hev re têbikoşin."