Hevserokên KON-MED'ê ji bo 16'ê Mijdarê bang kirin

Hevserokên KON-MED'ê ji bo çalakiya 16'ê Mijdarê ya li bajarê Koln ê Elmanyayê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin banga tevlîbûnê kirin.

ÇALAKIYA 16'Ê MIJDARÊ

Ji bo meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê ku wê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' bê lidarxistin, Hevserokên KON-MED'ê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Em bang li her kesî dikin ên ku demokrasî, mafên mirovan, çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd diparêzin, di 16'ê Mijdara 2024'an de li Deutzer Werft a li Kolnê beşdarî meş û mîtînga mezin bibin."

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' wê di 16'ê Mijdarê de li Deutzer Werft a Kolnê meş û mîtîngek bê lidarxistin. Tê payin ku bi deh hezaran kes tevlî çalakiyê bibin. Têkildarî çalakiyê Hevserokên Konfederasyona Civakên Kurdistaniyên li Elmanyayê (KON-MED) Rûken Akça û Kerem Gok banga tevlîbûnê kirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxist, ku Rêber Apo ji 15'ê Sibata 1999'an û vir ve li rejîma Îmraliyê weke girtiyekî siyasî dîl tê girtin û işaret bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û li gorî 'mafê hêviyê' biryarên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate kirin.

DI 16'Ê MIJDARÊ DE LI DEUTZER WERFT A KOLNÊ BIN!

Di daxuyaniya hevserokên KON-MED'ê de hate ragihandin ku Rêber Apo li hemberî zexta li ser gelê Kurd temsîliyeta têkoşîna azadiyê dike û hate gotin, "Divê jinûve azad bibe û di pêvajoya aştiyê û çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de karibe bi rengekî çalak amade be. Her Kurdên ji bo azadiyê rabûye ser piyan zane ku Birêz Ocalan ji ber têkoşîna xwe 25 sal in bi cezayê hucreyê hatiye cezakirin."

Hevserokan ji bo meş û mîtînga 16'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin û gotin, "Mîna 25 salên derbasbûyî em ê di paşerojê de jî ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînê dewam bikin. Ji ber vê eykê jî em bang li her kesên alîgirê demokrasî, mafên mirovan û çareseriya siyasî û aştiyane ya pirsgirêka Kurd dikin ku di 16'ê Mijdara 2024'an de li Deutzer Werft a Kolnê beşdarî meş û mîtînga mezin bibin."