Li Berlînê kesekî çenteyekî tijî teqemenî danî stasyona trenê û reviya
Polîsên Berlînê ragihandin ku ew li kesekî digerin ku çenteyekî tijî teqemenî li stasyoneke trenê ya herêmê danî û reviya. Berdevkekî polîsan diyar kir ku lêpirsîn dewam dike.
Polîsên Berlînê ragihandin ku ew li kesekî digerin ku çenteyekî tijî teqemenî li stasyoneke trenê ya herêmê danî û reviya. Berdevkekî polîsan diyar kir ku lêpirsîn dewam dike.
Li paytexta Elmanya Berlînê polîsan diyar kirin ku kesekî çenteyekî tijî teqemenî li stasyoneke trenê ya herêmê danî û ew lê digerin.
Di peyama polîsan de ya li ser X'ê hate weşandin, hate ragihandin ku roja Çarşemê saet di 15:30'î de li stasyona Neukollnê polîsan xwestin kesekî kontrol bike, lê belê wî kesî çenteyek li pey xwe hişt û reviya.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di çente de teqemenî hebû û li parkeke nêzî cihê bûyerê 'bi kontrol hate teqandin'.
Tê texmînkirin ku bi saya destwerdana hêzên polîsan 'dibe ku êrîşek hatibe astengkirin'.
Di nava du hefteyên derbasbûyî de rayedarên Elman diyar kiribûn ku wan planeke êrîşê ya li ser Sefaretxaneya Bilind a Îsraîlê asteng kirin û bersûcekî Lîbyayî ku fikaran jê dikin ku pêwendiya xwe bi DAÎŞ'ê re heye, binçav kirine.