Di 12'ê Kanûnê de Hevpeymana Civakî ji aliyê Meclîsa gelan ve ku di nava xwe de 134 xalan dihewîne hat erê kirin. Hevpeymana civakî li ser bingeha Konfedraliya Demokratîk, azadiya Jin û parastina Ekolojiyê birêve dibe û tevahî netewe û baweriyan jî di nava xwe de dihewîne.
Têkildarî Hevpeymana Civakî Endamê Desteya Rêveberiya Giştî ya Partiya Yektiya Demokratîk (PYD) ya Kantona Firatê Ehmed Xoce ji ANF'ê re axivî. Xoce, diyar kir ku demek dirêje li ser amadekirina Hevpeymana Civakî xebat hate meşandin û got, “Hemû pêkhateyên ku di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dijîn, di aliyê Rêxistinî û aliyê xwe yê siyasî de, di 12'ê Kanûnê de Hevpeymana Civakî erê kirin. Beriya wê jî Hevpeymana Civakî hatibû diyarkirin. Lê piştî guhertinên ku rû dayî û gelek herêm li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin rizgarkirin, hewce bi Hevpeymaneke Civakî a nû hatin dîtin."
Xoce, anî ziman ku Hevpeymana Civakî li ser 134 xalan hatiye amadekirin û erêkirin û wiha domand, ”Tiştê ku ji tevahî herêm û ji hemû pêkhateyan re girînge, kete xizmetê. Beriya Hevpeymanê, her cihek bi herêmê dihat naskirin. Mînak Herêma Firat, Herêma Cizîr, lê niha Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî bû herêm ku di nava xwe de 7 Kantonan dihewîne. Kantona Cizîr, Firat, Reqa, Minbic, Tebqa, Dêrezor, Şehba û Efrîn. Ji van herêman re sîstemeke nû hat diyar kirin, ew jî Konfedraliya Demokratîk."
‘SÎSTEMA ME BI RENGEKÎ HEVBEŞ Û DEMOKRATÎK XWE BI RÊVE DIBE’
Xoce, destnîşan kir ku tevahî sazî di xizmeta gel û parastina wê de ye û wiha pêde çû; "Tevahî sazî û hêzên parastinê, ji bo parastina gel, xizmetguzariyê, çand û aliyê aboriyê di xizmetê de ne. Di tevahiya xalan de xizmeta gel esas hatiye girtin. Bi rengekî hevbeş û bi sîstemeke demokratîk xwe bi rêve dibin. Wê di vê sîstemê de jî rolê her kesî û cihê her kesî diyarker be. Wê di paşerojê de jî ev pergal esas bê girtin."
‘HEVPEYMANA CIVAKÎ JI ALOZIYA SÛRIYEYÊ RE ÇARESERÎ YE’
Ehmed Xoce, ragihand ku Hevpeymana Civakî dibe bingeha çarseriya gelek pirsgirêkên civakî û wiha axivî, “Ev xalên ku di Hevpyemana Civakî de hatiye diyarkirin, ji tevahî aloziya ku li Sûriyeyê rû dide, çareseriyeke. Ji bo avakirina Komara Sûriyeyek Demokratîk, ev xal hemû derbasdar in. Ev peyman ji bo guhertinan jî diyarker e. Hevpyemana civakî ne ji bo parçekirina Bakur û Rojhilatî Sûriyeyê, berovajî tevahiya netewan û zimanan di nava xwe de dihewîne."
‘HEVPEYMANA CIVAKÎ JI ALOZIYA ROJHILATA NAVÎN RE JÎ ÇARESERÎ YE’
Xoce, da xuyakirin ku Hevpeymana Civakî ne tenê ji bo çarseriya pirsgirêkên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê, ji bo çareseriya aloziya li Rojhilata Navîn jî dê tevkariyek mezin pêk bîne û wiha berdewam kir, “Sîstema desthilatdarî, navendî û dewletên kapîtalîst, ev hevpeyman li dijî xwe dibînin. Ev Hevpeyman li ser esasê komînalbûnê, belde û meclîsan xwe bi rêve dibe. Li gorî xalên ku hatine diyar kirin, wê ev xal bibe çareseriya pirsgirêka tevahî gelan. Ev model wê di paşerojê de Sûriyeyê ji navendbûnê derîne û ji tevahiya cîhanê re bibe mînak. Ev hevpeyman cara yekemîne di Rojhilata Navîn de tê diyarkirin. Ew dewlet û hêzên ku naxwazin di hinder Sûriyeyê de çareserî pêk were, ji bo ku hevpeymana civakî bi jiyanî nebe, dê her tiştî bikin. Lê piştî ku di 12'ê Kanînê de ji aliyê meclîsa gelan ve, ev hevpeyman hat erê kirin, em dibîninku dewleta Tirk car din êrşî kir û hemû binesaziyên herêmê kir hedefa xwe. Stasyonên kehrebeyê û stasyonên petrolê hedef girt. Ev jî nerazîbûna wan ji vê hevpeymanê re ye, ew dixwazin ew sîstem têk here û dixwazin di nava gel de lewazî û tirsekê bidin avakirin. Ji bo ev sîstem neyê rûnişkandin bi rengekî hovane êrîş dikin."
Xoce, di dawiyê de anî ziman ku hevpeymana civakî bi rengê xwe yê demokratî wê bikaribe li hemberî tevahî êrşî û planan bisekine û gav bi gav li hemberî her kesê ku dixwaze wan têk bibe, li ber xwe bide.