'Hêviya me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye'

Xelkê Kantona Firatê di derbarê hêviyên xwe yê sala nû de, gotin ku hêviya wan azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Kurdistanê ye.

Şêniyên Kantona Firatê bi boneya sala nû, ji ANF’ê re axivîn.

Şêniyê bi navê Remedan Yûsif Mihemed diyar kir ku hêviya wî ya îsal azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e got: "Sala 2023’an bi rengekî bi êş derbas bû. Bi rojane em li herêmê rû bi rûyê êrîşên dewleta Tirk dimînin. Divê em di sala 2024’an de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê ji tevahî pirsgirêkên cîhanê re bibe çareserî. Kilîta çareseriyê ya tevahî cîhanê di destê Rêber Apo de ye. Em sala 2024’an li Rêber Apo, li gelên tevahî cîhanê û li gelê Kurd pîroz dikin."

Ciwana bi navê Dîndar Mistefa Şêx Ebdî hêviyê xwe ya sala nû anî ziman û got: "Hêviya me ya sala 2024’an ew e ku em di nava aramî û azadiyê de bijîn û bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Hêviya me gelê me di nava aramî û aşîtiyê de jiyan bike. Em vê salê li Rêberê xwe û tevahî gelê xwe pîroz dikin. Wê ev sal bibe sala serkeftinê û azadiyê. Em ê di vê salê de her çar parçeyên Kurdistanê bikin yek parçe."

Dayîka bi navê Firîze Mihemed Xelîl anî ziman ku sala 2023’an saleke bi êş derbas bû û ev tişt got: "Asîmanê welatê me ti carî ji balafirên dagirkeriyê xilas nebû. Hêviya me di sal nû de em di nava aramiyê de jiyan bikin û di nava Kurdistana xwe de bi azadî jiyan bikin. Em sala 2024’an li gerîlayên ku ji bo me di nava têkoşînê de, pîroz dikin. Gerîla ji bo me têdikoşe em jî li pişt gerîlayên xwe ne."