'Heta ku Rêber Abdullah Ocalan azad nebe, em dev ji têkoşînê bernadin'

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Reqayê diyar kirin ku hemû pêkhate bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor dibin û heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, ew dev ji têkoşîna xwe bernadin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî sûcên dewleta Tirk a faşîst û bêdengiya navneteweyî çalakî dewam dikin. Têkildarî vê yekê Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqayê ji ANF’ê re axivîn.

Yek ji ciwanan Bîlal Mihemed diyar kir ku ew fikrên Abdullah Ocalan di nava civak û ciwanan de belav dikin û got: “Fikrên Abdullah Ocalan bingehê civakê ne. Hingî ku em fikrên wî belav bikin, em dikarin tecrîda li ser wî bişikînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.”

Bîlal Mihemed bal kişand ser perwerdeya ku li ser fikirê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan distînin û wiha got: “Piştî ku ez fêrî fikirê Rêber Abdullah Ocalan bûm, min rêyên jiyanê yên bingehîn nas kir û bûm xwedî îrade û hêz. Her wiha me pêkanînên ku ji aliyê welatên kapîtalîst ve yên li ser herêmê tên kirin, nas kir. Niha li herêmê bi hezaran ciwan li ser bingehê îdeolojiya Rêbertî perwerde dibînin.” 

Îsmaîl Hewîce jî ev tişt anîn ziman: “Em ê xwepêşandanên ji bo azadiya Rêberê xwe Abdullah Ocalan zêdetir bikin, heta ku rewşa tenduristiya wî eşkere bibe û azadiya wî ya fîzîkî pêk tê. Rêber Abdullah Ocalan sembola berxwedan, serketin û azadiyê ye. Em bi ramana wî dikarin xwe azad bikin û bi vî awayî civakê jî azad bikin. Divê em xwedî li fikrên Rêber Ocalan derkevin û çalakiyên xwe bi dirûşmeya xwe ya ‘Serkeftin an serkeftin, heta azadiya Rêber Abdullah Ocalan’ bidomînin.”