Heta ku leşkerekî Tirk li Şehbayê hebe, wê gef dewam bike
Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hecî Ehmed destnîşan kir, ku heta leşkerekî Tirk li herêma Şehbayê be wê gef dewam bike û got, "Em hewl didin dawî li dagirkeriyê bînin."
Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hecî Ehmed destnîşan kir, ku heta leşkerekî Tirk li herêma Şehbayê be wê gef dewam bike û got, "Em hewl didin dawî li dagirkeriyê bînin."
Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran (Ceyş El Siwar) Hecî Ehmed di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe ya bo ANF'ê de bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li ser Efrînê.
Ehmed got, "Çawa ku di berdêla Şehba û Babê de ji bo Helebê lihevkirin çêbû, ev demeke di berdêla Efrîn û Şehbayê de hewl didin êrîşî Îdlibê bikin. Piştî ku plana li ser Îdlibê derkete pêş, Tirkan xwestin li vê derê valahiyekê ji xwe re çêbikin, dengê hêzên derve bibirin û tiştekî ji vir bi dest bixin. Lê belê hesabên wan bi cih nehat."
HELWESTA GELÊ EFRÎNÊ, PLANÊN DEWLETA TIRK TÊK BIR
Hecî Ehmed bal kişand ser meşa mezin a li Efrînê û anî ziman ku hemû beşên civakê tevlî vê meşê bûn. Ehmed got, "Mirovên ji hev xeyidî, yên dijminê hev jî li hev civiyan. Peyam dan ku li dijî Tirkan ew ê bibin yek. Vê rewşê karê Tirkan xera kir.
Wekî din hevsengiyên derve jî hene. Dema ku pêngaveke girseyî derkete holê, helwesta Rûsan guherî. Got, 'Em di vî karî de nînin, em vê qebûl nakin'. Sûriyeyê daxuyaniyek da û got, 'Bila Tirkiye ji erdnîgariya min derkeve'. Amerîkayê jî helwest nîşan da dewleta Tirk da û got, 'Niha ne dema vê ye, em giraniyê didin ser Reqayê û divê her kes giraniyê bide ser Reqayê'."
DEMA KU TIRK BI TEMAMÎ JI ŞEHBAYÊ DERKET, HINGÎ WÊ GEF BIQEDIN
Fermandarê Artêşa Şoreşgeran anî ziman, ku plana dewleta Tirk a li dijî Efrîn û Şehbayê niha sekinî ye û got, "Lê belê kengî valahiyeke biçûk, zemînekê bibîne wê bixe meriyetê. Haya me ji vê heye û me tedbîrên xwe girtine. Em hewl didin van tedbîrên xwe xurtir bikin. Bi temamî nehatiye pûçkirin."
Hecî Ehmed wiha dewam kir: "Dema ku Tirk ji herêma Şehbayê derket, wê çaxê wê gef biqede. Heta ku leşkerekî bi tenê yê Tirk li herêma Şehbayê hebe, ev gef wê dewam bike. Ji xwe bi navê cuda yên çeteyan êrîşên xwe didomîne. Êrîşkar hemû li ber destê Tirkan mezin bûne. Êrîşî Til Madiq, Sed, Şêx Îsa dikin. Di demên dawî de herî zêde êrîşî Eyn Deqnê dikin. Nikarin bi ser bikevin, her gava ku êrîş dikin, derbeke giran dixwin û vedikişin."
GIRÎNGIYA EYN DEQNÊ Û TIL RIFAD
Li ser sedema êrîşa li Eyn Deqnê Hecî Ehmed ev nirxandin kir:
"Eyn Deqnê geliyekî qels e. Bidestxistina Eyn Deqnê wê hem Til Rifadê qels bike, hem jî rêya Minnixê veke. Minnix baregeheke mezin a hewayî ye. Dema ku em ketin Til Rifadê, gelekî li hemberî me li ber xwe dan. Lê belê dema me Minnix rizgar kir, Til Rifad ket. Ji ber ku Minnix rêya bejahî ya Til Rifad a ber bi Ezazê ye. Yê Eyn Deqnê kontrol bike, dikare hem Minnixê bi dest bixe, hem jî bandoreke mezin li Til Rifadê bide."
Ji bo Til Rifadê jî Hecî Ehmed got, "Til Rifad bajarekî mezin e. Ji ber derketina şervanên di şerê Heleb û Bakurê Sûriyeyê de rol lîstine, girîng e. Herêm cihekî diyarker e. Yê wê derê kontrol bike, wê Şehbayê kontrol bike. Navbera Şehba û Efrînê bibire. Li Minnixê jî baregeheke mezin a hewayî heye."
DEWLETA TIRK NEHIŞT MALBAT BÊN Û CENAZEYÊN XWE RAKIN
Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Hecî Ehmed li ser aqûbeta cenazeyên leşkerên Tirk û çeteyên di êrîşa bi ser Eyn Deqnê de mirin, ev agahî da: "Leşker di şer de mirin. Hiqûqeke mirinê jî heye. Piştî ku mir, êdî tiştekî xwe namîne. Ji ber vê yekê pîvanên însanî derbas dibe. Divê teslîmî malbatê bê kirin. Ji bo em teslîm bikin, me bang li malbatan kirin û gotin, 'werin, rakin'. Dewleta Tirk nehişt ku cenaze bên rakirin. Ji aliyekî ve nehişt ku malbat bên, li aliyê din jî di çapemeniyê de got, 'PYD, Kurd nahêlin'."
Ji bo pirsa "Dewleta Tirk çima nehişt cenaze bên rakirin?" Ehmed ev bersiv da:
"Eger cenaze ji vir biçe, li wê derê wê atmosfereke cuda, nêrîneke cuda derkeve holê. Yên li wê derê wê bêjin, 'Ev PYD û Kurd ne mîna ku hûn qalê dikin e. Binerin cenazeyan dide, baş li cenazeyan miqate ye, cenazeyan teşhîr nake, îşkenceyê li êsîran nake'. Ji bo pêşî li vê bigirin, nehiştin malbat bên cenazeyan rakin. Ev yek rêbazeke şerê taybet e. Bi vê rêbazê hem li te dide, hem jî hewl dide pêşî li atmosfereke erênî ya ji bo te derkeve holê, bigire."
'EM HEM KANTONA ŞEHBAYÊ DIPARÊZIN, HEM JÎ HEWL DIDIN HERÊMÊ JI DAGIRKERIYA TIRK RIZGAR BIKIN'
Têkildarî parastina Kantona Şehbayê ya Bakurê Sûriyeyê Fermandarê Artêşa Şoreşgeran Hecî Ehmed got, "Armanca me ne tenê parastin e. Em hem Kantona Şehbayê diparêzin, hem jî axa xwe ya ji aliyê Tirkan ve hatiye dagirkirin, hewl didin rizgar bikin. Em ji bo vê dixebitin û amadekariyên xwe dikin. Axa me hatiye dagirkirin. Ji parastinê bêhtir em hewl didin axa xwe, gundên xwe û mirovên xwe yên di bin dagirkeriyê de ne, rizgar bikin."
'QSD LI KU DERÊ BIXWAZE, EM Ê LI WIR ŞER BIKIN'
Ehmed destnîşan kir, ku hêzên şoreşger dînamîk in û got, "asteke xwe ya fermandariyê, rêxistinbûneke xwe ya leşkerî û sîstemeke xwe heye. Hêzên Şoreşger ne tenê ji Kurdan an jî ji herêma Şehbayê pêk tê. Li hemû herêmên Sûriyeyê ne. Li ku derê dagirkerî hebe û li ku derê QSD daxwaza piştgiriyê bike, em ê biçin wê derê. Eger QSD sibe bêje 'armanc Îdlib e' em ê berê xwe bidin wir. Ji bo me Reqa jî Şehba ye; Şehba jî Îdlib e. Di nava hêzên me de gelek şervan û fermandarên ji Îdlib, Hama û Hûmsê hene. Ji herêmên din jî şervan û fermandar hene. QSD li ku şer bike, em ê cihê xwe di wî şerî de bigirin. Niha hêzeke me ya mezin li Reqayê şer dike.
Hêza Artêşa Şoreşgeran têrê dike ku Şehbayê jî biparêze û li Reqa yan jî cihekî din şer bike. Hêzeke ku ji bo armancekê û bi hişmendiyekê şer dike."