'Heta azadiya Abdullah Ocalan em ê li ser piyan bin'
Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Şêranê meşiya û got, "Heta ku Rêber Apo di nava xwe de bibînin em ê li ser piyan bin."
Tevgera Ciwanên Şoreşger li navçeya Şêranê meşiya û got, "Heta ku Rêber Apo di nava xwe de bibînin em ê li ser piyan bin."
Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” de meşek li navçeya Şêranê ya kantona Firatê li dar xist. Meşê li pêş Dibistana Şêranê dest pê kir û li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê veguherî mîtîngê. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.
Di mîtîngê de hevseroka nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya navçeya Şêranê Fatme Osman axivî û diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd hêvî ye û got dê têkoşînê geş bikin ta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bikin.
Fatmê Osman di dawiya axaftina xwe got: "Em ê her tim li ser pêyan bin, heta Rêber Apo bi fîzîkî di nav xwe de bibînin."
Çalakî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.