Hesen: Êrîş bê kirin wê berxwedan mezin be

Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen diyar kir, ji bo wan diyalog esas e lê belê eger dewleta Tirk êrîş bike wê berxwedana li dijî wê mezin be.

Têkildarî tevgera dewleta Tirk li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ji ANHA'yê me re axivî.

Şahoz Hesen diyar kir ku piştî têkbirina DAÎŞ'ê ji aliyê QSD’ê ve, dewleta Tirk bi her awayî dixwaze aramiya herêmê xera bike û got: “Tekiliyên di navbera dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ'ê de gelek caran hatin îspatkirin û li pişt êrîşên çeteyan Tirkiye derket. Herî dawî dagirkirina Efrînê jî bikaranîna wan komên çeteyan pêk hat ku armanca esasî dagirkirina parçeyek ji axa Sûriyê bû. Destpêka aloziya Sûriyê dewleta Tirk dagirkirina hemû Sûriyê kiribû nav armancên xwe. Erdogan digot ‘Di nav çend hefteyan de em ê li Şamê nimêj bikin’. Niha jî herêmên ku ji DAÎŞ’ê hatine rizgarkirin, dixwazin dagir bikin. Di esasê xwe de tecrubeya Rêveberiya Xweser a demokratîk tehdît dike.”

Hesen anî ziman ku gefên dewleta Tirk li ser girtiyên DAÎŞ'ê jî xetere ne û got: “Hejmareke gelekî zêde çeteyên DAÎŞ’ê girtî ne. Divê ev pirsgirêka DAÎŞ’ê bê çareserkirin. Xebat ji bo wê hene lê gefên dewleta Tirk li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê careke din nefesekê bidin wan çeteyên DAÎŞ’ê û komên çete yên xeternak ser tecrubeya demokratîk û dê bixwazin bikevin tevgerê. Bi zanebûn dewleta Tirk vê yekê dike.”

Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo aştî û aramiya heremê tehdîtek e û ev tişt got: “Siyaseta qirkirinê li hemberî Kurdan dide meşandin. Tiştê ku bi destê çeteyên DAÎŞ û Cebet El-Nusra pêk neaniye, niha bi xwe dixwaze pêk bîne. Siyaseta dewleta Tirk xetere, qirêj e û ji aliyê tu kesî ve nayê qebûlkirin.”

Şahoz Hesen anî ziman ku Erdogan dubarekirina komkujiyên Osmaniyan dixwaze û wiha pê de çû: “Dewleta Osmanî li hemberî gelên Kurd, Suryan, Ermen, êzidî û Ereb qetlîam pêk anîn. Ev dema qetlîaman ne dûr e û niha jî Erdogan dibejê ‘Ez ê Împaratoriya Osmanî çêkim.’ Ev jî tê wateya ku careke din li ser esasê qetlîam û tunekirina gelan dixwaze armancên xwe pêk bîne. Ev rewşeke xeternak e.”

'GEF LI DIJÎ PAŞEROJA SÛRIYEYÊ YE'

Hesen bal kişand ser hincetên dewleta Tirk û anî ziman ku hincetên dewleta Tirk ne rast in û got: “Ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ti tiştek neçûya sînorên Tirkiyê. Beravajî vê hemû êrîşên ku hatine ser vê herêmê, di sînorên dewleta Tirk de çêbûne. Ew xetere li ser ewlehî û aramiya vê herêmê ye û divê gefên dewleta Tirk bên sekinandin. Hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî divê zanibin ku meseleya Tirkan dagirkirina axa Sûriyê û gef li ser pêşeroja herêmê ne.”

Hesen anî ziman ku eger hêzên navneteweyî û yên eleqedar dixwazin ewlehiya herêmê biparêzin, divê rêya mudaxeleya dewleta Tirk ji herêmê re bigirin û got: “Tirkiye bi kevirekî dixwaza çend çûkan bikuje. Yek parçeyek ji axa Sûriye bigire û qirkirina siyaseta dijberî Kurdan berdewam bike. Dewleta Tirk bi hincet û ser navê bicihkirina hemwelatiyên Sûriyê ku ev jî komên çete yên giredayî Tirkiyê ne, dixwaze herêma Kurdan ji Kurdan paqij bike û komên çete li vir bi cih bike. Bi vê re hikmekî di bin destê Ixwan El-Muslîmîn û dewleta Tirk ve giredayî ye pêk bînin ev jî rewşeke gelekî xeter e.”

Hesen got di herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ewlehî heye, ya xeternka hebûna Tirkiyê ye û ev tişt lê zêde kir: “Hêzên navneteweyî çawa vê ewlehiya herêmê biparezin û pêş bixin? Rêya çareserî û diyalogê esas e lê heger dewleta Tirk diyalogê esas negire û êrîş bike, wê demê em ê jî li hemberî wê berxwedaneke mezin bi pêş bixin.”

'NIYETA TIRKIYEYÊ YA ÊRÎŞKIRINÊ HEYE'

Şahoz Hesen ji bo tevgera dewleta Tirk a li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: “Bê nîqaş niyeta dewlet Tirk bi êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye. Heger niyet neba, ew qas leşker, çekên giran û komên çete li ser sînor bi cih nedikirin. Lê hemû kes divê bizane ku êrîşek bi vî rengî ne tenê ji bo gelê herêmê, ji bo Tirkiyê jî dê tevliheviyeke mezin be. Her wiha li ser pirsgirêka DAÎŞ’ê ku hîn nehatiye çareserkirin, derfetdayîna ketina Îran û rejîma Sûriyê nav axa herêmê jî dê pêk were. Bandora êrîşê dê li ser siyaseta Amerîka û Rûsyayê jî hebe.”

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen bal kişand ser rewşa krîza li Tirkiyê û got: “Dewleta Tirk û hikumeta AKP/MHP’ê di aliye siyasî, aborî, civakî de di rewşeke gelekî teng da ye. Gelê Tirkiyê di hilbijartinan de demokrasî hilbijart û ji Erdogan re gotin ‘Êdî em siyaseta te qebûl nakin.’ Bi mêjiyekî faşîst şerek li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxin, tu pirsgirêka Tirkiyê çareser nabe. Tu mafê Erdogan û hikûmeta wî tune ye ku êrîşekê bîne ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”