Hesekê cenazeyê şehîdên xwe spartin axê

Cenazeyê 5 şehîdên di operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bibûn li Hesekê bi merasîmeke heybet spartin axê.

Welatiyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyên şervanên YPG’ê Hidwan Oda (Firat Hesekê), Ehmed Siwêlih (Heyder Elî), Orhan Xilêf (Xebat Cizîrê) û SÎrac El-Namis (Mezlûm) û Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El-Ihsanî (Şihab) ji Navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin û bi karwanekî wesayîta ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li Gundê Dawidiyê ketin rê.

Li rêya ketina goristanê girseya gel darbesta şehîdan ji wesayîtan daxist û rakirin ser milan. Li vir girse bi diruşmeyan heta goristanê meşiya. Li goristanê merasîm bi rêzgirtina leşkerî ve destpê kir û paşê li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Selma Qasim axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan û hemû gelê herêmê re xwest. Selma got ku serekftin bi saya tekoşîn û berxwedana şehîdan hatiye bidestxistin.

Di berdewama mersîmê de li ser navê QSD’ê Mehebat Koçer axivî û got: “Şehîdên azadiyê ji bo azadî û parstina gelê herêmê canê xwe feda kirine” û soz da ku ew ê heta dawiyê şopdarên rêya şehîdan bin.

Di merasîmê de li ser navê Rêveberiya Xweser Hena Sewmî jî axivî û got ku şervan ji bo parstina welat tekoşînê dikin û ji bo parstina herêmê canê xwe feda dikin.

Piştî axaftinan Melcîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê nasnameya şervanê YPG’ê Diyai El-Selal (Şahîn Taban) ê di berxwedana Dêrazorê de şehîd bûye, ragîhand.

Piştî axaftinan nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan bi diruşmeyan spartin axê.