Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a bi pêşengiya YPG'ê dest bi pêngava rizgarkirina Tebqayê kir, helwesta Rûsyayê guherî. Rûsyayê, piştî Helebê têkildarî Bab û Şehbayê ji aliyekî ve bi QSD/YPG'ê re têkilî danî, li aliyê din jî bi Tirkiyeyê re da û stand û bi vî rengî bi durû tevgeriya. Piştî pêngava rizgarkirina Tebqayê dest pê kir, helwesta Rûsyayê hê bêhtir guherî. Di hin mijaran de gef jî xwar. Ev helwesta Rûsyayê, çend roj beriya ragihandina destpêkirina operasyona rizgarkirina navenda bajarê Reqayê, bi rengekî zelal xwe di daxuyaniyekê de nîşan da. Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniyek da û diyar kir, ku DAIŞ wê li Reqayê li ber xwe bide.
BERÊ REJÎMÊ DAN TEBQAYÊ
Piştî vê daxuyaniya Lavrov, pêngava Reqayê dest pê kir. Piştî ku şervanên QSD'ê ketin nava bajêr, rejîma Baas a Sûriyeyê jî ji xeta başûrrojavayê Reqayê yanî ji xeta Tebqayê bi pêş ve çû. Ev rêveçûn ji bo bêhnê bide ber çeteyên DAIŞ'ê yên li navenda bajêr, ji bo vekirina rêyên lojîstîk bû. Her wiha dixwest QSD'ê li aliyê Tebqayê yanî li xeta başûrrojava bixe nava şer û bi vî rengî operasyona rizgarkirina navenda bajarê Reqayê qels bike.
DUBAREYA LÎSTIKÊN LI BABÊ
Rûsya û Baasê li hev kiribûn ku Tirkiye Babê dagir bike. Ev peyman di berdêla vekişîna çeteyên li Helebê bû. Rejîmê wê ji Deer Hafîrê bi pêş ve biçûya, Tedef bigirta û rêyên DAIŞ'ê bibiriya. Lê belê Rûsya û Baas li gorî vê peymanê tevnegeriyan. Rêya lojîstîk, veguhestina çek û cebilxaneyan a ji Tedefê vekirî hişt. Her wiha hat îdîakirin, ku di ser Helebê re çek-cebilxane şandine ji DAIŞ'ê re. Ev têkiliya bi DAIŞ'ê re, di rewşeke gengaz a vekişînê de ji bo hiştina Bab ji rejîma Baas re bû. Lê belê DAIŞ jî mîna Rûsya û Baas tevgeriya û berevajî vê lihevkirinê, ew hilkumand. Bab radestî dewleta Tirk kir.
Rûsya û rejîma Baas, niha jî li Reqayê bi DAIŞ'ê re heman taktîkê dimeşîne. Mîna taktîka ji Tirkiyeyê re nîşan da, ji başûrrojavayê berê xwe dide hêzên QSD'ê, rêyên Dêrazor û Meyadinê negirt û êrîşî gund û herêmên li başûrrojava yên di destê QSD'ê de ne kir.
ÊRÎŞÊN HEVDEMÎ YÊN BAAS Û DAIŞ'Ê
Rejîma Baasê, ku ev demeke li başûr û başûrrojavayê Reqayê QSD'ê mijûl dike, pêr êrîşî gundê Jadînê kir. DAIŞ'ê jî di heman demê de êrîşî çeperên QSD'ê yên li taxên Battanî, El Berî, Qadisiye û Sînaa yên Reqayê kir. Tiştekî rasthatî nîne ku ev êrîşên rejîmê û DAIŞ'ê di heman demê de dest pê kirin. Êrîş bi hevdemî û plan hatin kirin. Ji ber bersiva şervanên QSD'ê li taxên navborî şerekî dijwar qewimî û heta duh jî vî şerî dewam dikir.
KOALÎSYON KETE DEWRÊ
Piştî ku balafirên şer ên Baasê jî tevlî êrîşa li herêma Jadînê bûn, koalîsyon kete dewrê. Li gorî daxuyaniya hêzên koalîsyonê, li gorî dema Sûriyeyê saet di 18:43'an de li Jadîn a li başûrê Tebqayê, balafireke bi tîpa SU-22 a Sûriyeyê ya êrîşî çeperên QSD'ê kir, ji aliyê balafireke bi tîpa F18 a hêzên koalîsyonê ve hate xistin. Di daxuyaniya koalîsyonê de hate ragihandin, balafirên Sûriyeyê danê nîvro êrîşî çeperên QSD'ê yên li başûrê Tebqayê kirine û piştî vê êrîşê wan bi Rûsyayê re têkilî danîne û hişyarî dane Sûriyeyê.
Koalîsyonê her wiha destnîşan kir, ku ew naxwazin li dijî rejîma Sûriyeyê ya jî Rûsyayê şer bike, lê belê ew ê hêên QSD'ê yên li bejahiyê, li hemberî tehdîtan biparêze.
Ji xwe rejîma Baasê, xistina balafireke xwe beriya vê daxuyaniyê ragihandibû.
DAXUYANIYA FERMÎ YA QSD'Ê
Berdevkê QSD'ê Mîralay Telal Silo jî duh der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Piştî berxwedana lehengî ya hêzên me ya Pêngava Xezeba Firatê û bi taybetî piştî pêşveçûna hêzên me û hevalbendên me di Cenga Mezin a ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê de, hêzên rejîmê di 17'ê Hezîranê de bi balafir, top û tankan bi zanebûn êrîşî herêmên hatine rizgarkirin kirin. Êrîş li herêma ku 3 meh berê di çarçoveya operasyona rizgarkirina bajar û bendava Tebqayê de hatibû rizgarkirin, pêk hat. Armanc ji vê êrîşê, pêşîgirtina li Pêngava Rizgarkirina Reqayê ye. Eger hêzên rejîmê êrîşên xwe yên li dijî çeperên me yên li Reqayê bidomînin, em ê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin û bersivê bidin."
RÛSYAYÊ DUH DÎSA GEF XWAR
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ku piştgiriyê dide rêveberiya Baasê, îlan kir ku li herêmên Sûriyeyê yên hêzên wan lê wezîfe dikin, wê 'her tişta difire' weke hedef bibînin. Rûsyayê peymana li ser rasthatina li hev a li hewayê ya bi rêveberiya DYA re mohr kiribû, betal kir. Ev peyman, piştî ku rêveberiya Trûmp li Baregeha Hewayî ya Şayrat a li Sûriyeyê xist, ji bo demeke kin hatibû betalkirin. Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de îdîa kir, ku DYA beriya xistina balafira Sûriyeyê agahî nedaye wan.
Rejîma Baas jî, piştî xistina balafirê, hêzên zirxî û hêzên nû şand herêmê. Ev yek jî nîşan dide, ku ji bo êrîşên nû amadekarî tên kirin.
ÇI ELEQEYA JADÎN BI DAIŞ'Ê RE HEYE?
Baasê û bloka wê ya hevalbendiyê, ji pêr û vir ve dest bi êrîşa dezenformasyonê kirin. Baasê îdîa kir, ku balafira wan dema li herêmên DAIŞ'ê dixist hatiye xistin. SOHR'ê jî ev îdîa dubare kir. Halbûkî balafira şer li nêzî gundê Jadînê kete xwarê. Gundê Jadînê ji aliyê hêzên QSD'ê ve çend meh berê hatibû rizgarkirin. Di navbera gundê Jadînê û gundekî DAIŞ lê ye yê bi navê Bîr Delî 22 kîlometre hene. Balafir li gundê Jadînê hate xistin. Ne li cihên DAIŞ lê bû. Bi vê yekê re hat xwestin, têkiliya navbera êrîşa li gundê Jadîn û êrîşa DAIŞ'ê ya li navenda Reqayê bê birîn.
HAYA RÛSYAYÊ BERÎ SÊ ROJAN JÊ HEBÛ
Sê roj beriya xistina balafirê, yek ji daxuyaniyên meqamên fermî yên Rûsyayê radixist pêş çavan ku pêkane DYA li artêşa Sûriyeyê bike. Gelo Rûsyayê ji bo balafira şer a artêşa Sûriyeyê bi DYA bide xistin, berê rejîmê da herêmên QSD'ê? Ev pirs bi rengekî mafdar, li benda bersivê ye.
WÊ JI NIHA Û PÊ VE ÇI BIBE?
Helwesta QSD'ê ya li ser rûyê erdê û koalîsyona bi pêşengiya DYA zelal e. Rûsyayê di destpêkê de bi rengekî maqûl tevgeriya, lê piştre dest bi xwarina gefan kir. Sewqiyata Baas jî dewam dike. Ne zelal e ku Rûsya hêzên Baasê dehf bide yan na. Eger dehf bide û careke din li hêzên rejîmê were xistin, dibe ku helwesta xwe vê carê tundtir bike. Tirkiye jî li benda rewşeke bi vî rengî ya aloz e.
ÊRÎŞÊN LI EFRÎN Û ŞEHBAYÊ
Çeteyên dewleta Tirk ji pêr bi şev û vir ve bi rengekî berfireh êrîşî aliyê Efrîn û Şehbayê dikin. Çeteyên dewleta Tirk ên li Ezazê bi cih bûne, duh danê sibehê bombe li gundên Enab, Teneb, Qetma, Qestel Cîndo û Velat Qadî yên li navçeya Şera ya Efrînê barandin. Êrîşî gundê Qetamê kirin, ku ji vê derê bi hezaran koçber derbasî Kantona Efrînê dibin. Çeteyên dewleta Tirk ên li Marî bi cih bûne, tevahiya rojê bombe li herêmên Til Rifet û Şêx Hîlalê barandin. Hêzên Şoreşger jî bersiv dan êrîşan. Bi dehan top li zeviyên gundiyên Efrîn û Şehbayê ketin. Balkêş e ji aliyê Kîlîsê ve jî bombe li gundan hatin barandin.
GELO BANDORA OPERASYONA REQAYÊ YE?
Operasyona rizgarkirina Reqayê bi lez û bez dewam dike. Lê belê eger ji aliyekî ve êrîş li Efrîn û Şehbayê were kirin, li aliyê din jî êrîş li dijî gundên Tebqayê bên dikin, dibe ku QSD zehmetiyê bikişîne. DYA, ji bo pêşî li pêngava Reqayê neyê girtin, bi xistina balafira Rûsyayê helwesta xwe bi zelalî nîşan da. Lê belê hin aliyên ne diyar ên helwesta Rûsyayê dewam dikin.