Helîkopterekî Sûrî kete xwarê, dewleta Tirk got: ‘El Nûsra’ xistiye

Çeteyên ku dewleta Tirk grantoriya wan li xwe girtibû li Helebê helîkoptereke Sûriyeyê xistin xwarê. Çapemeniya Tirk di nûçeyên ‘lezgîn’ derbas kirin de gotin: ‘Ji aliyê El Nûsra ve hatiye xistin’ parve kirin.

Şerê di navbera rejîma Sûriye û artêşa Tirk û çeteyên wê ya li Idlib û rojavayê Helebê dewam dike. Li herêmê cih bi cih şer rû didin, helîkoptereke din a girêdayî rejîmê hate xistin.

Hate ragihandin ku li herêma Etarîb a Helebê helîkopterke ya girêdayî rejîma Sûriyeyê di êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê de hatiye xistin. Ajansa Anadolû (AA) ya dewletê û TRT weke nûçeyên ‘lezgîn’ parve kirin, ragihandina vê yekê ya ji aliyê Wezareta Parastina Tirk ve jî bal kişand.

AA ‘EL NÛSRA’ XISTIYE

Yek ji nûqteya din a balkêş AA di nûçeya xwe de îdîa kir ku helîkopter ‘ji aliyê El Nûsra’ ve hatiye xistin. Hefteya borî jî dema helîkoptera Sûriye hatibû xistin daxuyaniya ‘ji aliyê komên muxalîf ve htaiye xistin’ ragihandibû.

GOTINÊN HULÛSÎ AKAR…

Zimanê guhertina mijarê jî piştî gotinên Wezîrê Parastinê ya Tirk Hulûsî Akar a li Wezîrên Paratinê yên NATO yê û şûn ve ku gotibû: “Ji bo pêkhatina agirbestê û mayînde bibe yekîneyên nû dişînin. Em ê qadê kontrol bikin. Redîkal jî di nav de eger li gorî agirbestê tev negerin em ê zorê bikar bînin, wê her cûre tedbîr bê girtin.” û şûnde bal kişand.

LEWQIYATA LEŞKERÎ

Li aliyê din artêşa Tirk a dagirker nêzî 2 hezar wesayîtên zirxî, tank, top û obus ên sewqî Idlbiê kirin, duh bi şev jî konvoyeke leşkerî ya ji 100 wesayîtan pêk dihat sewqî herêmê kirin.

Li ser mijara Idlibê wê û nakokiyên di navbera dewleta Tirk û Rusyayê ku grantorên Sûçî ne, her diçe bilind û dewam dike. Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov wê roja Yekşemê li Lûtkeya Ewlekariya Munîhê li gel Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çawîşgoglû re biçive.