Hejmara kesên li Îdlib û Helebê mirin gihîşt 70 kesî

Li Îdlib û Helebê di encama bomberdûmanê de 70 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê li herêmên qaşo bêçek ji 30'ê meha Nîsanê ve mezintirîn komkujî belge kir. Duh di encama bombebarana asîmanî û bejahî de ku balafirên rejîmê û Rûsyayê li herêmên komên çeteyan pêk anîn û topbarana çeteyên dewleta Tirk a li ser Helebê, 70 kes bûn qurbanî.

Di encama bombebarana balafirên şer ên rejîmê de ya li bajarokê Seraqib ku li bejahiya rojhilatê Idlibê, 47 kesî jiyana xwe ji dest dan, di nav wan de 4 zarok û 4 jinên nenas hene. Her wiha di encama êrîşa asîmanî ya balafirên rejîmê de li ser gundê Latmîn ê ku dikeve bejahiya bakurê Hemayê, 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.

Di encama topbaranê de bi bermîlan a li bajarokê Keferroma yê başûrê Idlibê, mêr û jinek hatin qetilkirin, her wiha di encama êrîşên asîmanî yên balafirên şer ên Rûsyayê de yên li bajarê Kefirnibûl ê başûrê bejahiya Idlibê, kesekî jiyana xwe ji dest da.

Di encama teqandina bermahiyên berê yên hêzên rejîmê de li gundê El-Kestîn ê rojavayê Cisir El-Şixûr mêrek û hevjîna xwe û her du zarokên wan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di encama topbarana hêzên rejîmê de ya li rojavayê gundê Badmaya biçûk a parêzgeha Idlibê kesekî jiyana xwe ji dest da û li gundê Kefer Dail ê ku dikeve rojavayê bejahiya Helebê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li taxên Cemîliyê û Hemdaniyê yên bajarê Helebê ku di bin serweriya rejîmê de ne, çeteyên Tirkiyê bi moşekan 7 kes kuştin, her wiha di encama komkujiya ku çeteyan li gundê Nawûret Şeta yê di bin serweriya hêzên rejîmê de û li rojavayê bakurê bejahiya Hemayê dikeve, pêk anîn 6 şênî, di nav wan de 4 kes ji heman malbatê ne, mêrekî û her du zarokên xwe jiyana xwe ji dest da.