Hazim Idrîs: Fikr û ramanên Rêber Ocalan hebûna hêzên kapîtalîst lerizand

Rêveberê Nivîsgeha Perwerdekirina Bîrdozî ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Hazim Idrîs anî ziman ku hêzên kapîtalîst fikr û ramanên Rêber Apo ji xwe re wekî tirs dîtin û ji ber vê li ser wî komployeke navneteweyî dan meşandin.

Rêveberê Nivîsgeha Perwerdekirina Bîrdozî ya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Reqayê Hazim Idrîs têkildarî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ji beşa Erebî ya ANF'ê re axivî.


Hûn komploya navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çawa dinirxînin? 

Hin kes 15’ê Sibatê weke roja girtina serok dibînin, lê di rastiyê de ew operasyona revandina pêşengê mirovahiyê serok Ocalan bû. Her wiha tecrîdeke bêhempa û zordar li ser Rêber Apo tê meşandin. Tirkiyeya faşîst têkiliya wî ya bi derve re qedexe kir. Ev tiştekî ne exlaqî ye. 

Li gorî hemû tiştên ku diqewimin, gelo nêta welatên beşdar di pêkanîna vê komployê de derketiye holê?

Rêber Ocalan ji hêzên desthilatdar re bibû cihê metirsiyê. Ji ber ku serok nirx û ramanên li ser bingeha biratiya gelan, wekhevî û piralî raxiste holê. Ev yek li dijî berjewendiya dewletên kapîtalîzmê bû û vî tiştî hebûna kapîtalîzmê lerizand. Êdî hin hêzên desthilatdar ên ku berjewendiyên wan ên aborî hevbeş bûn, ji bo têkbirina fikir û ramanên Serok bûne yek û ji bo girtina Serok komployeke plan pêk anîn. 

Gelo bi rêya vê komployê û bi meşandina tecrîdeke bêhempa li ser rêber Ocalan hêzên desthilatdar gihaştina armancên xwe? 

Qet nikarin fikrên Serok ên azad ji gelên bindest dûr bixînin. Di nerîna hêzên desthilatdaran de qaşo wê bikaribin tecrîdeke giran li ser Serok bimeşînin wê û karibin fikr û banga wî ya ji bo azadiya gelan têk bibin. Lê belê Serok bi fikrên xwe yên azad ji xwe re û ji gelê xwe re Ocalanên nû afirand û ew ê di pêşerojê de zincîrên Îmraliyê hilweşînin û hebûna zaliman têk bibin. Ji ber ku fikrên serok, xizmeta mirovahiyê dikin û banga jiyana azad û biratiya gelan dike. 
Şoreşên berê û bi taybet şoreşên gelê Kurd piştî têkbirina fermandarên wan bi dawî dibûn, lê şoreşa Serok Ocalan tevî girtina wî ta niha bi dawî nebûye û berdewam e. Her wiha fikrên wî ên ji bo avakirina civakeke exlaqî, siyasî, demokratîk û ekolojîk ên li ser bingeha wekheviya zayendî di navbera jin û mêr de li tevahî Rojhilata Navîn û cîhanê belav bûne. Gelên bindest fikrên Serok ji xwe re wekî çareseriyê dibînin. 

Bi vê komplo û tecrîda li ser Serok baweriya gelan bi fikir û felsefeya Rêber Apo zêdetir bû. Li gorî te sedem çi ye?

Yekane sedema ku baweriya gelan zêde kiriye, çi li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çi li herêmên dîtir be ew nirxa ku Rêbertî banga wê dike, avakirina civakek bi beşdariya hemû pêkhateyan bê ciyawazî û cudahî ye. 
Di her salvegera komploya navneteweyî ya li dijî Rêbertî de, li hemû welatên cîhanê xwepêşandanên gel tên lidarxistin û sedema wê jî destpêka baweriya gelan bi fikir û felsefeya Rêbertî ye. Her wiha ji ber belavbûna nezanî û gendeliyê netewe-dewlet bûye barekî ser serê gelan, di heman demê de tevahiya cîhanê dît ku projeya Rêbertî rêya herî baş e ji bo xilasbûna ji xizanî, cehalet û desthilatdariyê û bi vî awayî gel dixwazin tecrîd were rakirin. 

Bi nerîna te ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo, berpirsyariya hêz û rêxistinên cîhan û gelan çi ye?

Divê gel, welat û rêxistinên cihêreng banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bikin. Ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan azadiya gelan, biratiya gelan û jiyana hevpar dixwaze. Ji ber vê divê tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin. Weke peywireke exlaqî divê gel banga bidawîkirina tecrîdê bikin û dewletên ku xwedî li nirxên demokratîk derdikevin jî erka wan a exlaqî jî ev e ku, tecrîda li ser Rêber Apo rakin.