Balafirgeheke leşkerî ya Sûriyeyê bû hedefa êrişê

Li dijî balafirgeheke leşkerî ya li Sûriyeyê êrişek hate kirin. Li gorî rayedarên Sûriyeyê êriş ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hate kirin.

Ajansa nûçeyan a fermî SANA'yê ragihand, ku li dijî balafirgeha T4 êrişeke din hatiye kirin. Çavkaniyekî leşkerî diyar kir ku sîstema parastina hewayî bersiva êrişê daye û hin fuze xistiye.

Li gorî heman çavkanî, çar fuze li hedefê ketine û tenê xisara madî li baregehê rû daye.

Hate ragihandin ku êrişa roja Sêşemê li gorî dema herêmê saet di 22:00 de li herêma Hûmsê pêk hat. Îsraîlê heta niha ti şîrove nekiriye.

Ev êriş di demekê de hate kirin ku aloziya navbera DYE û Îranê zêde bûye. DYE'ê di 3'ê Çileyê de li Bexdayê generalê Îranî Qasim Silêmanî kuştibû, Îranê jî di 8'ê Çileyê de bi fuzeyan êriş biribû ser du baregehên Emerîkî.

Ji sala 2011'an dema destpêkirina şerê navxweyî yê Sûriyeyê û vir ve Îsraîlê gelek caran êrişên hewayî kir. Êriş bi giranî li dijî Îranê û tifaqa wan Hîzbûllahê ve hate kirin.

Midûrê Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan Ramû Abdul Rahman ji AFP'ê re axivî û anî ziman, li balafirgeha leşkerî ya T4 hêzên rejîmê, hêzên Îranî û şêwirmendên leşkerî yên Rûs hene.

Heman baregeh beriya niha gelek caran bû hedefa êrişên hewayî yên Îsraîlê. Di 9'ê Nîsana 2018'an de bi fuzeyan li baregeha leşkerî ya T4 hatibû xistin û di encamê de 7 jê Îranî 14 şervanên alîgirê rejîmê miribûn. Îran, Rûsya û Sûriyeyê ji êrişê Îsraîl berpirsyar nîşan dabûn.