Gundên Girê Sipî hate bombebarankirin
Dewleta dagirker a Tirk gundên Girê Sipî bi topan rasterast topbarankirin.
Dewleta dagirker a Tirk gundên Girê Sipî bi topan rasterast topbarankirin.
Di saetên êvarî de gundê Mabûca yê Girê Sipî hate topbarankirin. Navenda gund bûye hedefa topên wan.
Demek kurt berî vê êrîşê gundê Qizelî bombebaran kiribûn.
Rejîma Tirk nîvro jî gundên Silip, Sofyan û Qizelî bombebaran kiribû.