Gundên di navbera Til Temir û Zirganê de bi dijwarî hatin bombebarankirin

Dewleta Tirk, gundên di navbera Til Temir û Zirganê de bi dijwarî bombebaran kir.

Dewleta Tirk bi artêşa xwe ya ji DAÎŞ’ê û komên çeteyan ên mîna wê ava kiriye, gundên Qibûr, Qeracina û Şêx Elî yên di navbera Til Temir û Zirganê de bi hewan û obûsan bombebaran kirin.

Hemwextê bombebarankirinê, balafirên bê mirov û biçek jî li ser herêmê digerin.