Gundên Şêrawayê di bin topbarana dewleta Tirk a dagirker de ne

Şêniyên gundên Şêrawayê ku rojane dibin hedefa topbarana dewleta Tirk a dagirker, bang li saziyên navneteweyî kirin ku li ber vê êrişkariyê rabin.

Piştî ku Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hate dagirkrin, 6 gundên Şêrawayê Birc El Qas, Zirn'ît, Meyasê, Kilotê, gundê Mezin û Başemrê di nava dorpêçiyê de man. Li aliyekî bajarokên Nûbil Zehra yên di bin serweriya rejîma Sûriyeyê de ne, li aliyê din jî herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve.

Ji qadên dagirkirî ve dewleta Tirk tevî çeteyên xwe bombardûmanê li herêmê dike. Li aliyê bajarokê Nûbilê jî dema ku şêniyên herêmê hewl didin pêwîstiyên xwe yên jiyanî peyda bikin, wesayitên wan tên revandin û li beramberî dayina wan pere tê xwestin.

Hevserokê Meclîsa Gundê Biric El Qas Hisên Hemo li ser mijarê axivî û got, "Çeteyên dewleta Tirk gelekî nêzî gundên me ne. Her wiha mayin li derdora gundan bi cih kirine. Ji ber vê yekê gel nikare bi hêsanî li nava gund bigere. Di navbera Birc El Qasê û gundê Beradê de yê ku dewleta Tirk dagir kiriye tenê kîlometreyek heye. Lewma jiyana gel bi dijwarî derbas dibe. Nêzî 5.500 kes li vî gundî ne. Her roj bombardûman tê kirin. Di encamê de 2 sivîl heta niha şehîd bûne. Em bang li saziyên navdewletî dikin ku li ber vê erişkariya dewleta Tirk rabin."

Şêniyên Efrînî yên li gundê Biric El Qasê bi cih bûne jî gotin, "Li aliyekî me artêşa Tirk a dagirker, li aliyê din jî bajarokên Nûbil û Zehra. Wesayitên gundiyan tên revandin. Her wiha derfetên kar li van gundan kêm in." Şêniyan bang li rayedaran kirin ku derfetên debarê biafirînin.