Goran û Komale bang li NY’yê kir: Ji bo Efrînê tevbigerin!

Tevgera Goran û Komara Îslamî bi daxuyaniyeke hevpar gefên dagikirina dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin, bang li NY’yê û raya giştî ya navnetewî kirin ku li dijî gefan tevbigerin.

Tevgera Goran û Partiya Komela Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyeke hevpar êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

Îro êvarê her du komên Tevgera Goran û Komela Îslamî li Parlementoya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê êrîş û gefên dewleta Tirk a li ser Efrînê dan.
 
Di daxuyaniya her du partiyan de wiha têgotin: “Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê û bajarê Efrînê, di rewşeke nazik re derbas dibin û hevrûyê gef û êrîşên leşkerî yên dewleta Tirkiyê ne. Em van gefan bi awayekî tund şermezar dikin.”
 
Goran û Komel di berdewama daxuyaniyê de amaje bi berpirsyariya civaka navnetewî ya di ber jiyan û ewlekariya niştecihên Efrînê de jî kirin û gotin: “Em ewlekarî û jiyana xwişk û birayên me yên li Efrînê di sitûyê civaka navdewletî, koalîsyona dijî DAÎŞ’ê û bi taybet jî di berpirsyariya Amerîka de dibînin. Pêwîst e dewleta Tirk hurmetê ji ji gelên Sûriye û daxwazên wan yên siyasî re bigire. Em daxwazê ji Neteweyên Yekbûyî ( NY) û Rêxistinên Mafê Mirovan û Koalîsyona dijî DAIŞ’ê dikin ku ji bo rawestandina gefên li ser Efrînê bikevin tevgerê.”
 
Goran û Komela Îslamî di dawiya daxuyaniyê de bangawazî li Parlementoya Herêma Kurdistanê jî kirin ku helwestekê li dijî van êrîş û gefan nîşan bidin.