Gokhan Taşyakan li Rojava şehîd bû

Delegeyê Kongreya Damezrîner û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşger (DKP) Gokhan Taşyakan (Ûlaş Adali) li Rojava şehîd bû.

Delegeyê Kongreya Damezrîner û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Komunarên Şoreşger (DKP) Gokhan Taşyakan (Ûlaş Adali) li Rojava şehîd bû.

DKP'ê daxuyaniyek weşand û got, "Hevrê Gokhan yek ji wan qadroyên me yê pêşeng bû ku hîmê BOG’ê (Hêzên Yekbûyî yên Azadiyê) danî bû. Hîmên BOG’ê ji hêla Gokhan Taşyakan, Azîz Guler û hevrêyên me yên din ên nemir ve hatibûn danîn. Hevrêyê me Gokhan her wiha fermandariya yekîneya me ya Kobanê kiriye. Ji bo Tevgera Şoreşger ya Yekbûyî ya Gelan ava bike, ku derbirîna berbiçav a yekîtiya têkoşîna ya gelê Kurd û gelên Tirkiyê ye, pir kêferat kiriye."

DKP’ê diyar kir Gokhan Taşyakan ji malbateke koçberên Balkan ji dayik bûye, beşeke mezin a jiyana xwe ya 38 salî daye têkoşîna şoreş û sosyalîzmê û wiha domand: "Di dema lîseyê de ketiye nav şerê şoreşgerî. Ji dema ku dest bi têkoşînê kirî heta roja dawî ya ku jiyana xwe ji dest dayî, bi lez di pêpelûkên şer de hilkişiyaye. Bi helkehelk ji qadên şer derbas bûye û bûye xwedî nasnameyeke rêber a şoreşgerî."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku têkoşîna xwe li lîseyê di zanîngehê de geştir kiriye û wiha hate gotin, "Li zanîngehê di eniya têkoşînê de tim li pêş bû. Di hemû protesto û qadên têkoşînê yên van salên dawî de ku şopa xwe hiştine li eniya pêş bû. Li dijî emperyalîstan û hevkarên wan, ku dijminên gelên cîhanê ne, di protestoyên NATO’yê de, di berxwedana karkerên THY’ê de, di barîkatên ÎMF’ê de rêxistinkar û pêşeng bû. Di her qonaxa serhildana Geziyê de, di her barîkatê de şopa hevrêyê me Gokhan heye."

Di daxuyaniyê de hate gotin, wan rojên ku Erdogan gotî ‘Kobanê ti nemaye ku bikeve’ Gokhan Taşyakan bi çeteyan re kuçe bi kuçe singa sing şer dikir û di êrîşeke bi çekê giran a çeteyan de guhekî wî kerr bûye. Hate gotin, "Hevrê Gokhan di şerekî de bi şev li gel ku ji milê xwe birîndar jî bûbû ji kesekî re negot. Wî pêça û heta ku sibehê hevalên wî pê derxistin jî şerê xwe kiriye. Ew ji van hemû şer û tecrûbeyan derbas bûye, yek ji pêşengê me yê sereke ye ku gihaye şoreşgeriya komunar."

Bi berdewamî wiha hate gotin:

"Şervanê hosta yê protesto, barîkat û şer, ji her cure xwenîşandanê dûr, weke şoreşgerekî nû yê ciwan, bi dilnizmiya xwe bûye mînak. Gokhan hem şervanekî milîtan bû hem jî şoreşgerekî lîder bû ku ji hêla îdeolojîk, polîtîk û rêxistinî ve li şoreşa Tirkiyê dinerî. Yek ji damezirînerê xeta qutbûnê û nasnameya şervanî ya DKP’ê ye û hevrêyekî me yê mînak e ku ev di şexsê xwe de kiribûne yek.

Qada ku em lê ne, ji bo şoreşê meydana şer e ku şerê azadî û sosyalîzma dinyayê lê tê kirin. Em hay ji giraniya berdêlên xwe hene. Li vê xakê ku heqîqet û dîrok bang li me dike em şer dikin û ji bo rizgariya Kurd, Ereb, Ermen, Suyan, Tirkmen, Êzîd û hemû gelên herêmê şer dikin. Di heman demê de em li dijî faşîzma Tirkiyê, ji bo şoreşa Tirkiyê şer dikin.

Di vê Tirkiyeya niha de ku rizîbûna civakî li binî daye û hêzên zindî jî ber bi valahiyê ve ditehfîne, zêdetir pêdivî bi pêşengên wekî Gokhan heye ku teqlên şoreşgerî bavêje. Hevrê Gokhan di 38 saliya xwe de xwe kiriye îmkana şoreşê û dîroka wê.

Rêya wî ya dîrokî wê rêya me ronî bike û me perwerde bike.

Em li ber nasnameya hevrê Gokhan û li ber dîroka wî bejna xwe ditewînin."