'Girtina Sêmalka zerarê dide Başûr û Rojava'

Endama Desteya Giştî ya PYD'ê Erîfe Bekir destnîşan kir ku Deriyê Sînor ê Sêmalkayê li ser daxwaza Tirkiyeyê hatiye girtin û got, ev rewş zerarê hem dide Rojava hem jî Başûrê Kurdistanê.

Rêveberiya PDK’ê 16’ê Kanûna 2021’ê bê agahiya Parlementoya Herêma Kurdistanê Deriyê Sînor ê Pêşxabûr (Sêmalka) girt.

Piştî girtina Pêşxabûr, Deriyê El-Welîd ê 35 km’î dûrî deriyê sînor ê Sêmalkayê ye ew jî hate girtin. Deriyê El-Welîd beriya 4 salan hate vekirin da ku madeyên lêkirinê weke çîmento û hesin derbas bibe.

Li ser girtina Deriyê Sînor ê Sêmalka, armanc û planên li ser wê Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Erîfe Bekir ji ANF’ê re nirxandin kir.

‘JI BER BERJEWENDIYÊN PARTÎ Û SIYASÎ DERÎ TÊ GIRTIN’

Endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Erîfe Bekir bal kişande ser vekirina Deriyê Sêmalka û got: “Di destpêka şoreşê de deriyên seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriye hatin girtin. Rojava hate dorpêçêkirin. Di encama îtifaqa sala 2013’an de Deriyê Sêmalka hate vekirin. Ev derî ji bo mijarên mirovî û pêwîstiyên vî gelî wê demê hate vekirin. Em dibînin ku dem dem ev derî ji ber berjewendiyên partî û dîsa mijarên siyasî tên girtin.”

‘DERIYÊ SÎNOR JI BO SÎXÛRIYÊ Û LÊPIRSÎNÊ BIKAR TÎNIN’

Bekir destnîşan kir ku ji aliyê rayedarên Başûr ve gelek carî astengî tê derxistin û dîsa li deriyê sînor lêpirsîn li kesan tê kirin û heta di warê îstixbaratî de jî tê bikaranîn. Bekir axaftina xwe wiha domand: “Gelek caran zext û zilm li welatiyên Rojava tê kirin. Gelek caran jî ev derî tê girtin. Herî dawî dema derî hate girtin, li ser zextan derî hate vekirin. Gelek caran ev derî ji bo îstixbaratê jî hate bikaranîn. Welatiyên ji Rojava derbasî Başûr dibûn, lêpirsîn derbarê wan de hatin kirin, her wiha dihatin lêkolînkirin.”

‘DERIYEKE YÊ DERMANKIRINA NEXWEŞAN E’

Endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Erîfe Bekir anî ziman ku li Deriyê Sêmalka gelek nexweş tên derbaskirin û di heman demê de rêya serdana hev e û wiha pêde çû: “Gelek kes nexweşin û neçarin biçin Herêma Kurdistanê derman bibin û dîsa biçin derveyî welat, li vî derî bi rojan tên sekinandin. Astengî ji bo wan tê derxistin ji aliyê van hêzên li wir hatine bicihkirin ku karê îstixbaratî dikin. Di nava Rêveberiya Xweser de gelek kes ji ber rewşên ewlekarî nikarin biçin aliyê rejîma Şamê, dixwazin karê xwe li Herêma Kurdistanê bikin, dema ji bo destûra wan ya derbasî Başûr bibin navê wan tên şandin, lê bi rojan tê lêpirsîn û lêgerînkirin, destûr nayê dayîn ku derbasî Başûr bibin.”

‘ARMANC JI GIRTINA DERÎ, GEL NEÇARÎ KOÇBERIYÊ BÊ KIRIN Û TERKA WELAT BIKE’

Bekir bal kişande ser armanca derî girtinê û ev nirxandin kir: “Di vê demê de rewşek xeter û hesas heye. Gelek zext li ser Rojava hene. Her çend mehan derî tê girtin. Armanca vê dixwaze gel têxe tengasiyê, gel li hember rêveberiya xweser rake. Koçeberî çêbike. Ji xwe wê êriş û tevgera MÎT’a Tirkan jî bi girtina derî re zêdetir bibin. Di rewşek wiha de dixwazin gel terka xaka xwe bikin û di warê jiyanî û aborî de zextê bikin. Ev jî dide nîşandan ku berjewendiyên siyasî û destê derve li pişt vê ye. Bi vê yekê jiyana 5 milyon mirovên li Rojava dijîn, dixin xeteriyê.”

‘MALBAT NIKARIN SERDANA HEV BIKIN’

Bekir da xuyakirin ku ji ber êrîşên dagirkeriyê ya Tirk û çeteyên wê gelek welatî derbasî Başûrê Kurdistanê bûne û wiha pêde çû: “Ji ber êrîş û dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gelek welatî ji Rojava koçber bûne. Ji Efrînê bigire heta Serêkanî û Girê Spî û dîsa herêmên nêzî sînor. Beşek ji malbatan berê xwe dan Başûr û beşek jî li Rojava mane. Hinek malbat dixwazin biçin serdana hev bikin, nikarin biçin. 5 milyon mirov li vir, 1 milyon mirov jî koçber in, li Başûr in. Bi girtina derî re hevdîtinên malbatan qut dibe. Dîsa aborî xirab dibe. Niha nefes tine ku Rojava bigire.”

‘DI WARÊ ABORÎ Û BAZIRGANÎ DE BAŞÛR JÎ ROJAVA JÎ TENGAV DIBE’

Yek ji nefesa Rojava û Başûr ev deriyê Sêmalka ye. Di warê hem aborî û hem jî bazirganî de zext li Başûr û Rojava dibe. Lê zextekî zêdetir li Rojava dibe. Di warê derûnî, jiyanî, tenduristî û hwd. bandorek zêde li xelkê Rojava dibe.”

‘LI BER VEKIRINA DERÎ BÊDENG IN’

Li ser hewldan û hevdîtinên ji bo vekirina derî jî Endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Erîfe Bekir axivî û got: “Ji dema derî hate girtin û heta niha, gelek hewldan ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê (PYNK) û dîsa saziyên civaka sivîl hate kirin ku ev derî bê vekirin. Gelek şandeyên rêveberiya xweser çûn hevdîtin bikin ku derî bê vekirin. Lê heta niha bêdengî heye. Ev hincetên ku ji bo girtina derî hatine nîşandan, divê nebe sedemê xelkê li Rojava dijîn, bikevin nava zorî û zehmetiyan.”

‘LI SER DAXWAZA TIRKIYE SÊMALKA HATIYE GIRTIN’

Bekir anî ziman ku di girtina Deriyê Sêmalka de tiliya Tirkiye heye û ev anî ziman: “Her roj êrîş li ser Rojava tê kirin û gelek qadên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine dagirkirin. Her çiqas êrîş dibin ser Zirgan, Til Rifat, Til Temir, Girê Spî û Serêkanî, lê dîsa jî encam negirtin. Tirkiye li nav xwe têkçûye, ji bo wê gelek planên nû çêdike. Yek ji van planan jî girtina deriyê Sêmalka ye. Dixwaze Herêma Kurdistanê jî bixe xefikekê. Li ser daxwaza Tirkiye derî hatiye girtin. Divê hincetên mîna ku ciwanên şoreşger ên xwepêşandan kiriye ku piştgirî dane dayikên şehîdan nebe sedama girtina derî.”

‘LI HEMBER ÊRÎŞAN BIBIN HÊZ Û DESTEK’

Endama Meclîsa Giştî ya PYD’ê Erîfe Bekir bal kişande ser xeteriyên li ser Rojava û dîsa Başûrê Kurdistanê û got: “Xeter li pêşiya me tevan e, divê em li hember komployên li ser Kurdan tên çêkirin ku Kurdan tine bikin, bibin hêz û destek. Taybet li hember êrîşên Rojava rabin.”

‘PLANA LI SER ROJAVA LI SER BAŞÛR JÎ HEYE NEKEVIN XEFIKÊ’

Bekir di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Bang li Herêma Kurdistanê dikin, bila baş zanibin ku dewleta Tirk li kûderê ala Kurd rabe wê li wir li wan bide. Armanca dewleta Tirk niha ne partiyek û Rojava tenê ye, armanc Kurd hemû ne. Dixwazin Kurdên Rojava bifetisînin. Îro komployên li ser Rojava hene dixwazin li ser Başûr jî bike. Bila nekevin xefikên dewleta Tirk, demek berî demekê ev derî were vekirin. Ji ber ku pir mijarên tenduristî hene.”