BI DÎMEN

Gerîlayên jin di şexsê Sakîne Cansiz de nas kir

Salîm Omer ku navê Sakîne Cansiz bi wêneyekî li kovarekê nas kir, anî ziman ku wî di şexsê Sakîne Cansiz de gerîlayên jin nas kiriye.

Destpêka her tiştî heye, ku ew destpêk bandoreke welê li jiyana mirovan dike ku nayê jibîrkirin. Di salvegera 11'an a şehadeta Sakîne Cansiz de şopa wê ya li Rojava dewam dike.

Salîm Omer ji sala 1977'an heta Şoreşê li Şamê dima. Di sala 1980'î de PKK nas kir. PKK'yiyên ku ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn, li Şamê jî navê wan hate bihîstin ku di vê demê de hestên Kurdîtiyê bêhtir geş bû. Navê Sakîne Cansiz jî sala 1983'an bi wêneyekî li kovarekê bihîst. Salîm Omer ji ANF'ê re qala Sakîne Cansiz (Sara) kir.

MIN NIZANÎBÛ BÊ KÎ YE

"Nîqaşên li ser vegera li Bakurê Kurdistanê di salên 1982-1983'an de dihate kirin, ji ber ku berxwedan wê demê li zindanan asê ma bû. Biryar hatibû dayin ku divê rêbazeke nû ya têkoşînê bê diyarkirin. Di rewşeke bi vî rengî de di kovarekê de ku hat herêmê, min wêneyê hevala Sara dît. Bêguman wê demê min nizanî bû bê kî ye. Wêne bala min kişandibû. Wêneyê du hevalên jin bû. Dema ku min pirsî, gotin ku yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz e. Min nizanîbû ku di nava PKK'ê de jin hene. Bi Sakîne Cansiz re hîn bûm ku di nava PKK'ê de jin hene. Partiyên li Rojavayê Kurdistanê cih nedidan jinan. Yek ji sedemên ku bi PKK'ê ve hatim girêdan, aliyê wê yê cuda yê ji tevgerên din ên Kurd bû. Hevala Sara hem jinek bû hem jî pêşengî kiribû. Bi taybetî dema ku min berxwedana wê ya li hemberî êşkenceya li zindanên Amedê bihîst, gelekî bi bandor bûm, jiyana min hate guhertin.

MIN LI LUBNANÊ HEVALA SAKÎNE DÎT

Sala 1992'an şensê min çêbû ku biçim gel Rêber Apo. Min li wê derê hevala Sakîne jî dît. Ya rast hevalekî min hevala Sara nîşan da, got, ji zindanê nû derketiye û hatiye qada Rêbertî. Ew wêneyê li wê kovarê hate bîra min. Di hişê min de ma bû. Bi qasî di wêne de bi heybet bû. Çûm gel wê û min jê xwest ku em bi hev re wêneyekî bikişînim, kêfxweş bû û me bi hev re wêneyek kişand. Ew wêne hîn jî li gel min e. Coşa gel, hebûna girseyeke mezin li qadê kêfa hevala Sara dianî. Ji kelecana gel, coş û moral werdigirt. Bi qasî gel ew jî kêfxweş bû.

YÊN KU NAVÊ WÊ BIHÎST, DIXWESTIN WÊ BIBÎNIN

Her kesên ku navê Sakîne Cansiz dibihîstin dixwestin wê bibînin. Wê demê jineke ewqasî berxwedêr nehatibû dîtin. Kesên ku têkoşîna azadiyê ji nêz ve nas dikirin, bihîstibûn ku serî li ber êşkenceyên dewleta Tirk netewandiye, bi serbilindî qalê dikirin. Her wiha dîtina yek ji damezrînerên PKK'ê, dilsozî zêde dikir, dibû mînak.

ŞOREŞGEREKE BERXWEDÊR BÛ

Berxwedana hevala Sara derbasî nava dîrokê bû, bû destan. Jineke şoreşger a pêşeng, bi daxwaz û mezin bû. Mînakeke sembol bû ku di nava civakê de bi zehmetî tê dîtin. Rê nîşan dida. Hevrêya Rêber Apo bû, heta dawiyê em ê şopdarên şoreşgerên mîna hevala Sara bin."