Gelo ji nû ve ruh bi DAÎŞ'ê ve tê?

DAÎŞ rojên dawî li gelek herêmên Sûriyeyê ji nû ve derkete ser rûyê erdê û dest bi êrişan kir. Ev êriş bûn sedem ku ev pirs bên kirin: "Gelo DAÎŞ ji nû ve vedigere", yan jî "Hêzên li qadê, ji bo tehdeyê li hev bikin DAÎŞ'ê bi kar tînin?"

DAÎŞ'ê rojên dawî li Sûriye û Iraqê li pey hev gelek êriş kir. Ev jî bû sedem ku pirsa "Gelo DAÎŞ ji nû ve vedigere?" bê kirin.

Rêxistina ku di Adara 2019'an de li nehiya Baxozê ya Dêra Zorê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve serweriya xwe ya li ser xakê winda kir, di nava du hefteyên destpêkê yên sala 2021'ê de gelek caran êriş kir.

Bi deh hezaran endamên xwe hatibin girtin jî DAÎŞ li gelek herêmên Sûriye û Iraqê vekişiya binê erdê.

DAÎŞ'ê li Sûriyeyê li wîlayetên Dêra Zor, Reqa û Hamayê, li Iraqê jî li wîlayetên Kerkûk, Bexda û Enbarê dem bi dem hucreyên xwe xiste nava tevgerê. Rojên dawî li Sûriyeyê jî êrişên xwe zêde kiriye.

ÊRIŞÊN DAÎŞ'Ê ZÊDE BÛN

Ji Kanûna 2020'î û vir ve li Dêra Zorê 8, li Reqayê 8, li Hamayê 10, li Hûmsê 5 û li bejahiya Helebê jî 2 caran êriş kir.

Di roja dawî ya sala 2020'î de DAÎŞ'ê êrişa xwe ya herî giran li ser rêya Palmîra û Dêra Zorê kir. Di vê êrişê de ku li dijî konvoyeke leşkerên rejîmê hate kirin, herî kêm 28 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, rojên dawî li çola Hamayê di êriş û bombardûmana DAÎŞ'ê de bi dehan leşker û milîsên rejîmê hatine kuştin.

LAWAZIYA ŞAMÊ YA LI DIJÎ DAÎŞ'Ê

Li çola rojavayê Dêra Zorê ku di bin kontrola rejîma Şamê de ye, hebûna DAÎŞ'ê ne tiştekî veşartî bû. Lê belê rejîma Şamê û piştevanên wê li dijî hebûna DAÎŞ'ê ya li vê derê têkoşîneke xurt nemeşandin.

Li gorî çavdêran, sedema vê yekê ew e ku komên alîgirê DYE'yê yên li herêma Tanesê ya li ser sînorê Urdunê bên marjînalkirin.

Her wiha ev herêm ji ber ku li ser rêgeha Bûkemalê ye, ku deriyê milîsên Îranê yê ber bi Iraqê ve ye, gelek teoriyên komployê tên kirin.

ROLA DEWLETA TIRK A JINÛVE ZINDÎKIRINA DAÎŞ'Ê

Lê belê sedema herî mezin a ku ruh bi DAÎŞ'ê ve anî, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên il ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de gelek çeteyên li kampan derbasî herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bûn. Her wiha hebûn û rêxistinbûna DAÎŞ'ê ya li herêmên dagirkirî yên dewleta Tirk lê ne, gelek caran di çapemeniyê de hate weşandin.

OPERASYONÊN QSD'Ê DEWAM DIKIN

QSD'ê jî ragihand, ku DAÎŞ piştî serweriya li ser xakê ji dest da, piraniya hêza xwe vekişand binê erdê û operasyonên xwe yên nuqteyê dewam kir.

QSD'ê di nava sala 2020'î de li bejahiya Dêra Zorê û Reqayê bi navê 'Pêngava bidawîkirina terorê' 2 operasyonên berfireh û 25 operasyonên nuqteyê kir, di encamê de bi dehan gumanbarên DAÎŞ'ê girt.

Lê belê liv û tevger, her wiha êrişên DAÎŞ'ê yên rojên dawî, bi taybetî jî li qada Sûriyeyê zêde bûne, dibe sedem ku pirsa "Gelo DAÎŞ jinûve vedigere?" bê kirin.

QADÊN KU DAÎŞ LÊ SERDEST IN

Berdevkê Çapemeniyê yê YPG'ê Siyamed Elî êrişên dawî yên DAÎŞ'ê ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku hin hêzên li qada Sûriyeyê siyasetê dikin, destûr dane ku DAÎŞ êrişan bike.

Siyamend Elî got, "Piştî ku DAÎŞ li Baxozê hate têkbirin, bi taybetî li Bûkemalê, Dêra Zorê, Palmîra û Hamayê, komên DAÎŞ'ê man. Ya rast, hin hêzan ji bo van piştre bi kar bîne, destûr dan ku li van herêman bimînin."

Berdevkê Çapemeniyê yê YPG'ê anî ziman ku DAÎŞ'ê jî ev yek ji bo jinûve rêxistinbûn, perwerde û guhertina stratejiya şer nirxandiye û got, "Bi giranî bi êrişên ji nişka ve hebûna xwe dewam kirin û hêza xwe zêde kirin."

RÛSYAYÊ GIRANÎ DA SER BAKURÊ SÛRIYEYÊ

Siyamend Elî bi bîr xist ku Rûsya û Îran bi mîsyona 'parastina xaka Sûriyeyê' hatin Sûriyeyê û diyar kir ku ev her du hêzên navborî li şûna ku berê xwe bidin van qadên sahra yên DAÎŞ lê ne, giranî dan ser 'bajarên ji bo xwe stratejîk dibînin."

Siyamend Elî got, "Rûsya giraniyê dide ser bakurê Sûriyeyê bi taybetî Til Temir û Eyn Îsayê, ev jî firsendê dide DAÎŞ'ê ku êrişan bike" û destnîşan kir ku DAÎŞ ji bo Rûsyayê ne mijareke sereke ye.

Berdevkê Çapemeniyê yê YPG'ê ragihand ku êrişên Îsraîlê yên li ser hêzên Îranê bû sedem ku DAÎŞ li van herêman êrişên xwe berfireh bike û destnîşan kir, ku careke din hate dîtin ku hêza rejîmê nîne bêyî Rûsya û Îranê şer bike.

'DIVÊ KOORDÎNASYONEK BI QSD'Ê RE HEBE'

Berdevkê Çapemeniyê yê YPG'ê Siyamend Elî got, "Eger rewş bi vî rengî dewam bike, dibe ku DAÎŞ rojên bê gelek surprîzan bike" û wiha dewam kir, "Rûsya û rejîm, li dijî liv û tevgera DAÎŞ'ê û hin komên li herêmê, divê bi QSD'ê re di nava koordînasyonê de bin. Eger bi vî rengî nebe li rojavayê Firatê wê rewş bêhtir cidî bibe."

ÊRIŞÊN KU ZORÊ DIDIN HEVSENGIYAN

Rojnamevan Nazim Daştan ku rewş û bûyerên li herêmê ji nêz ve dişopîne, diyar kir ku li Dêra Zorê, Palmîra, Hama û Hûmsê yên rejîma Şamê, Rûsya û Îran lê serdest in, tiştekî tesadûfî nîne ku êriş zêde bûne.

Daştan ji bo şîroveyên 'Ji nû ve ruh bi DAÎŞ'ê ve hatiye' hîn zû ye û got, "Belê, DAÎŞ ji binê erdê derdikeve ser rûyê erdê. Em vê yekê weke rewşeke gelekî mezin nebînin jî dibe ku zorê li hevsengiyan bike. Rojên bê, êrişên bi vî rengî dikare zêde bibin."

NÊZÎKATIYA HÊZÊN NAVNETEWEYÎ

Daştan ragihand ku DYE û Rûsya li qada Sûriyeyê gavên welê diavêjin ku hevdu tengav bikin, sînorê hev diyar bikin û anî ziman ku êrişên navborî jî nîşaneya vê yekê ne. Daştan got, "Mirov sala 2021'î weke pêvajoyeke welê dikarin bibînin ku hêzên navneteweyî yên li qada Sûriyeyê û hêzên herêmî hevdu test dikin."

'DAÎŞ WÊ WEKE FIRSENDÊ BIBÎNE'

Nazim Daştan ji bo DAÎŞ'ê got, "Jinûve zindîkirina hêzeke welê teşhîr bûye, hinekî zehmet e" û wiha dewam kir, "Di vê demê de ku hêzên navneteweyî hevdu test dikin, ji bo jinûve birêxistinbûn û xurtbûnê dikare vê demê weke firsendekê bi kar bîne."