Gelên Bakurê Sûriyeyê ji bo Efrînê daketin qadên Newrozê

Li Bakurê Sûriyeyê, gel li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daketin qadan û agirê Newrozê dadan.

Li Bakurê Sûriyeyê girseyên gel danê sibehê daketin qadên Newrozê. Li herêma Firatê, Newroz li Girê Miştenûrê yê Kobanê hate pîrozkirin. Li herêma Cizîrê jî li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin. Li gundê Himo yê Qamişloyê, li gundê Helaq ê Girkê Legê, li stada Beledî ya Dêrikê û li rojhliatê Tirbespiyê gel dakete qadan. Li Kantona Hesekê li stada Şehîd Rustem a li serêkaniyê, li ser rêya Barajê ya bajarê Hesekê, li bajarokê Xalsa yê Dirbesiyê, li gundê Qesrekê yê Til Temirê agirê Newrozê hate dadan. Pîrozbahiya li Reqayê jî li meydana Mûhafaza hate kirin.

NEWROZA KOBANÊ DIYARÎ GELÊ EFRÎNÊ HATE KIRIN

Li Kobanê, endama Meclîsa Partiyê ya PYD'ê Dilber Yûsif di dema pîrozbahiyê de axivî û got, "Em Newroza îsal diyarî gelê xwe yê Efrînê dikin ku li dijî Erdoğan û çeteyên wî ji bo mirovahiyê li ber xwe dide."

Dilber Yûsif di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku Neweroz berxwedan û azadî ye û heta roja îro sembola berxwedana li hemberî zilm û mîtîngeriyê ye û wiha pê de çû, "Berê jî em li hemberî zalim û neheqiyê sekinîn, niha jî em şerê faşîzmaya Tirkiyê  dikin, Newroza îsla wê dawî li faşîma Erdogan bîne. Em mafdar in, em li ser axa xwe jiyan dikin, tu kes nikare me ji xaka me derxîne û rastiyan biguhere. Rexmî hemû êrîşan jî Efrînê wê serkeve. Me soza rizgarkirnê daye gelê xwe û em ê di demeke nêz de mizgîniya serketinê bidin."

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Enwer Muslim jî Newroz li gelên Bakurê Sûriyê û şervanên azadiyê pîroz kir û hemû cangoriyên azadiyê yên Berxwedanê Serdemê bi bîr anîn.

Enwer Muslim got, "Bila her kes nas bike ku Newroz dewama berxwedanê ye. Dewleta Tirk jî bila baş nas bike ku ew ê poşman bibe, ji ber serkeftin para gelê me ye. Projeya biratiya gelan a gelên Bakurê Sûriyê wê serkeve."

Enwer Muslim di nava axaftina xwe de banga mezinkirina têkoşînê û yekrêziyê li gelên Bakurê Sûriyê kir û ev tişt anî ziman, "Çareseriya aloziya Sûriyê bi pêkanîna projeya me dê pêk were, azadiyê Sûriyê ne destê talangerên ku Efrînê dizî û talan kirin e. Projeya me ya demokratîk ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn hêvî ye."

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa jî axaftin kir ku got ku Newroz roja berxwedan û aşîtiyê ye, ji sala 2011‘an ve hêzên dagirker dixwazin vîan gelên azad têk bibe, li hemberî hemû hewldanan berxwedanî mezin dibe.

Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku dê gelê Efrînê û şervanên wê berxwedaniya xwe dewam bikin û talangeran ji hermê biqewitînin.

NEWROZA HESEKÊ: BERXWEDANA EFRÎNÊ DEWAM DIKE

Hevserokê PYD'ê Şahoz Hesen di Newroza Hesekê de axivî û işaret bi Berxwedana Serdemê ya li dijî dewlet û çeteyên Tirk kir. Hesen got, "Rastiya Newrozê îro bi berxwedana gel û şervanan li Efrînê nûjen dibe. Heta vê kêliyê jî berxwedana Efrînê dewam dike."

Şahoz Hesen destnîşan kir ku bêdengiya navneteweyî derbarê sûcên Erdogan li Efrînê, hişt ku komkujî zêde bibe û wiha pê de çû, "Hemû dewlet di qirkirina gelê berxwedêr de şîrikin."

Hesen ji hemû partiyên siyasî yê kurdî xwest ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yekîtiya xwe çêbikin. Şahoz Hesen di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku her şervanekî Efrînî wê bibe Kawayê Hesenkar û wê Berxwedana Serdemê biserkeve.

Hevserokê Meclîsa Kantona Hesekê Semer Abdullah jî got, "Tevî Newrozê bala gel li ser Efrînê ye."

Hevseroka Desteya Derve Sîham Qiryo Newroz li hemû gelan pîroz kir. Sîham tekez kir ku îradeya gelên ku jiyana hevbeş û biratiya gelan ji xwe re esas girtine, tu carî li hemberî sitemkaran têk naçe.

Di dawiya axaftina xwe de, Sîham got, "Em wekî gelê Suryan me gel zulim ji desthildariya Tirkiyê dît. Dagirkeriya  Tirk gelek komkujî derheqê me de pêk anîn û îro li Efrînê heman tişt dûbare dibe. Neviyên Osmaniyan komkujiyan derheqê gelan de pêk tînin."