Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 43. Salvegera PKK’ê hat pîrozkirin

Di pîrozbahiyên ku li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi munasebeta 43’mîn salvegera damezrandina PKK’ê hatin lidarxistin de bangên azadiya fîzîkî ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derket pêş.

Li Kobanê, Heleb, Tirbêspiyê, Çilaxa û di çalakiya nobetê ya malbatên ku bi daxwaza radestkirina cenazeyên gerîlayên ku PDK’ê şehîd kirinî ya li Deriyê Sêmalka bi boneya 43. salvegera damezrandina PKK’ê pîrozbahî hatin lidarxistin.

KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê  ya herêma Firatê bi boneya salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) şahiyek bi beşariya bi sedan şêniyên kantona Kobanê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û nûnerên partiyên kurdî orgenîze kir.

Şahî li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê li dar ket. Qad bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê ya Herêma Firatê Mihemed Mehmûd salvegera damezrandina PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan pîroz kir. Mehmûd da zanîn ku wê îsal bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Mihemed Mehmûd îşaret bi têkoşîna PKK’ê ya ku ji beriya 43 salan ve li dijî faşîzma Tirk kir û got, partî li hemberî hemû hewldanên têkbirina têkoşîna wê ya rizgariyê li ber xwe dide.

Paşê Koma Şehîd Dîlan a Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kantona Kobanê çend stranên folklorî pêşkêş kirin. Her wiha koma Botan jî çend stranên pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.

HELEB

Bi wesîleya salvegera 43’an a damezrandina PKK’ê, bi hezaran şêniyên Helebê li qada Şehîdan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd civiyan.

Beşdaran alên partiyê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakirin. Qada şahiyê jî bi wêneyên şehîdên destpêkê yên partiyê xemilandin, ji wan şehîd Kemal Pîr, Mehmed Xeyrî Dûrmûş û Akîf Yelmaz.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, dûvre bi navê şêniyên taxa Şêxmeqsûd Mistefa Hemo û bi navê Komîteya Azadiya Rêbertî Amîne Xidro axivîn.

Kesên axivîn salvegera partiyê li gelê azadîxwaz pîroz kir û gotin: “Tevlêbûna hemleya derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê ji lîsteyên terorê, bersiveke baş a ji têkoşîn û berdêlên partiyê bi armanca parastina gel ji qirkirinê dane.”

Kesên axivîn soza şopandina rêya şehîdên têkoşîna azadiyê da.

Di dawiyê de hunermed Ehmed Xanî, Koma Agirî ya stranan, Koma Şehîd Serhad a dîlanên folkloarî, Koma Çiya Hawar û komeke hunermendên din stran û govend pêşkêş kirin û beşdaran govend gerandin.

TIRBESPIYÊ

Bi boneya salvegera 43’yan a damezrandina PKK’ê, şêniyên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo şahiyek li qada Şaredariya Gel a rojavayê navçeyê li dar xist.

Endamê Meclisa Navçeya Tirbespiyê Kilara Adîsa axivî, salvegera damezarandina PKK'ê li tevahî gelan pîroz kir û wiha axaftina xwe dewam kir: “Vejîna partiyê xaleke guhertin û veguhertinê di têkoşîna gelên azadîxwaz de bû. Partiyê fikirên nû yên têkoşîna azadî û demokrasiyê hilgirtin û hemû kesên ku ev fikir nas kir xwedî lê derket. Ji bo vê yekê partiyê hewl da nûnertiya hemû kesên aştîxwaz û azadîxwaz bû rêya xelasiya ji zilim û zordariyê.”

Bi navê pêkhateyên Ereb ên li Tirbespiyê yek ji rûspiyên eşîra Benî Sebî, Hisên El-Sade got, PKK’ê û fikir û felsefeya wê ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji gelan re ye û diyar kir ku PKK'ê ji bo azadiya tevahî gel û neteweyan têkoşînê dike.

El-Sade destnîşan kir ku ew di têkoşîna partiyê de rêya xwe ya ber bi jiyana birûmet ve dibînin û da zanîn ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin û li kêleka hev berxwedana xwe bidomînin.

ÇILAXA

Bi heman wesîleyê şêniyên navçeya Çilaxa li hola Rojava ya bakurê navçeyê şahiyek lidarxist.

Bi sedan şêniyên navçeyê tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Kenan Berekat axivî û îşaret bi felsefeya azadiyê ya ku PKK’ê pê bang dike, kir û wiha axaftina xwe dewam kir: “Avabûna partiyê di demekê de hat ku gelê herêmê banga xelasiya ji qirkirinê dikir, ji lew re min eciband û ji xwe re bingeh girt.”

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa endamê rêveber ê meclisê Elî Xêro axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.

Şahî bi govend û stranên şoreşgerî dewam kir.

SÊMALKA

Çalakiya li deriyê Sêmalkayê ket roja xwe ya 54'an. Şêniyên kantona Hesekê û endamên Hêzên Ewlekriya Hundirîn serdalan çalakiyê kirin û 27'ê Mijdarê salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir.

Piştî deqeya rêzgirtin, ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Deriyê Sêmalkayê Mizgîn Murad axivî, salvegera avabûna PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz kir û hêvî kir ku sala bê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Piştî axaftinan li ser stranên şoreşgerî govend hatin gerandin.