Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.

Çalakiyên bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin.

QAMIŞLO

Bi boneya 75’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dayik li Seyrangeha Helebce ya Taxa Kornîş a Qamişlo hatin cem hev, gelek şitil çandin û seyrangehê bi darên xemilandî boyax kirin.

Kampanyaya 'Çandina 100 şitlan' a ku ji aliyê Komeleya Parastin û Şopandina Mafên Zarokan a Stêrk ve hatiye destpêkirin, dewam dike. Zarokên malbatên komînên Şehîd Demhat Qamişlo û Şehîd Mazlûm ên navçeya Elya û ya Şehîd Seydo ya navçeya Cûdî (Qenat Siwês) beşdarî çalakiya çandina şitilan bûn. Zarokan îro 100 şitlên din çandin. Çalakî wê heta 4'ê Nîsanê dewam bike.

ÇILAXA

Li gundê Zixêra yê navçeya Çilaxa jî Kongra Star di çarçoveya çalakiyên 4’ê Nîsanê de semînerek li dar xist.

Rêvebera Mala Jinan a Çilaxa Huda Elî di semînerê de axivî, rojbûna Abdullah Ocalan û Cejna Ekîto pîroz kir û got, "Yekane rêya gihiştina heqîqetê ew e ku li dora Rêber Abdullah Ocalan fikrên wî bên fêmkirin."

Beşdaran piştî semînerê şitlên fêkî û gul çandin.

HALEP

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a Helebê di çarçoveya çalakiyên 4’ê Nîsanê de li dibistana Şehîd Avaşîn Demhat çalakiyek li dar xist. Gel û endamên saziyên sivîl eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan.

Beşdaran li baxçeyê dibistanê şitil çandin. Koma muzîkê ya Şehîd Egîd Cîlo stranên xwe pêşkêş kirin, koma folklorê ya Şehîd Cûdî Amanos jî derketin ser dikê.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” bi coş bi dawî bû.