Gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe didin

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kirin ku ji bo şikandina hemû êrîşên li ser herêmên wan ew ê li ber xwe bidin û gotin, ew ê her tim li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî ya ku ji fikir û felsefeya Abdullah Ocalan pêk hatiye, bimeşin.

Di 25’ê Kanûna 2023'yan de artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sînorê Dêrikê heta kantonên Efrîn û Şehbayê zêde kir û rasterast binesaziyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir hedef.

Di êrîşên dawî yên artêşa Tirk a dagirker de gelek ziyan gihişt stasiyona oksîjenê ku bi dehan nexweşxane jê sûd werdigirtin, her wiha zirareke mezin gihişt navenda şûştina gurçikan ku zêdetirî 100 nexweşan derman dikir. 

Heman êrîş li bajarê Kobanê jî bû sedem ku gelek navendên tenduristiyê ji kar rawestin. Yek ji van navendên ku hat bombebarankirin nexweşxaneya Miştenûr bû û di encamê de ambûlans jî bê kar man. 

Di çarçoveya rûbirûbûna êrîşên artêşa Tirk a dagirker û hewldanên wê yên ji bo hedefgirtina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, gelên herêmê bi berxwedanî û têkoşînê bertekên xwe nîşan didin, her wiha bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî yê ku ji fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, gelên herêmê li hemberî her zor û zehmetiyan mane. 

Di vê çarçoveyê de şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF’ê re axivîn. 

Welatiyê bi navê Hesen Osman ê ji bajarê Efrîna dagirkirî ku li kampa Serdem a (El-Esir) dimîne, wiha got: "Ji beriya 6 salan heta niha Efrîn û kantona Şehba di bin dorpêç û bombebaraneke dijwar de ne û hema hema her roj tê bombebarankirin. Hikûmeta Şamê dorpêça xwe li ser me tundtir dike." 

Mihemed El-Qeraca yê ji kantona Reqayê jî têkildarî êrîşên dagirkeriyê axivî û got: "Rêjîma Tirk bi kiryarên xwe yên terorîstî, sivîl, zarok, jin û kalan hedef digire. Partiya Dad û Geşepêdanê dibêje ku ew partiyeke Îslamî ye lê ew bi xwe ji exlaq dûr e. Dixwaze bi bombekirina navendên aboriyê, herêmê belengaz bike û gel birçî bihêle. Em weke gelê kantona Reqayê dê li ber xwe bidin û vîna xwe ya li kêleka hêzên QSD’ê xurttir bikin."

Welatiyê bi navê Zelûx Kila Xeyrî yê ji Kobanê, diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi êrîşên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike ku gel bide koçkirin û got: "Em jî weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li dijî hemû êrîşan bisekinin û rêya şerê gel ê şoreşgerî ku me ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan girtiye, bişopînin."

Welatiya bi navê Hêvîn Hesen a ji kantona Qamişloyê jî destnîşan kir ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de sivîlan dike hedef û dixwaze ku bi riya êrîşên xwe yên li ser binesaziyê û navendên jiyanî, gel bi temamî koçber bike. Tevî hemû polîtîkayên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têne meşandin, berxwedana me dê van êrîşan têk bibe. Ev berxwedan û têkoşîna ku me ji fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan girtiye, hiştiye ku serê me bilind bimîne. Her wiha heta ku em hemû herêmên dagirkirî rizgar nekin û Rêberê xwe azad nekin, em dev ji têkoşînê bernadin."