Girseya gel cenazeyên şervanê QSDʹê Eyûb Şêxî (Çekdar) û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Xelîl Îsmayîl ji nexwşxaneya Roj a navçeya Serêkaniyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a Serêkaniyê ve ketin rê.
Li goristanê, merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên YPGʹê û Hêzên Erka Xweparatinê ve destpê kir.
Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Şêrîn Şêxî axivî, sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest û da zanîn ku van şehîdan di oxira rizgarkirina welatê xwe de, bedelên giran dane ji bo rûmet û hebûna gelê xwe biparêzin.
Li ser navê hêzên Erka Xweparastinê Îsmayîl Birahîm jî axivî û soz da malbatên şehîdan, ewê heta ninasên dawî xaka pîroz ji êrîşkar û dagirkeran biparêzin.
Di axaftinên li ser navê malbatên şehîdan jî hate kirin de, hate gotin ku wê şopdarê rêya şehîdên xwe bin.
Piştî ku nasnemeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin, cenazeyên wan di nava tîlîliyên dayikan û dirûşmeya ʺŞehîd namirinʺ de spartin axê.