Gelê Rojava cenazeyê 2 şervanên enternasyonalîst oxir kirin

Welatiyên herêma Dêrikê cenazeyê 2 şervanên enternasyonalîst ku bi eslê xwe Brîtanî ne, bi merasîmeke heybet ji Deriyê Sêmalkayê re oxir kirin û şandin Brîtanyayê.

Şervanên enternasyonalîst Oliver Hall (Canşêr Zagros) 25’ê Mijdara 2017’an û Jack Holmes (Şoreş Amanos) di 23’ê cotmeha 2017’an de dema ku mayînên çeteyên DAIŞ’ê li Reqayê radikirin, gihiştin şehadetê.

Welatiyên Dêrik, Beravê û Koçerat ji bo beşdarî merasîma oxirkirina şervanên enternayonalîst bibin li hev kom bûn. Girseya gel piştî cenazeyên herdu şehîdan ku bi ala welatê wan û ala YPG’ê, her wiha bi gurzên gulan xemilandin, ji Nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi karwanekî derketin rê.

Karwanê cenazeyan di nava kolanên sereke yên bajarê Dêrikê re derbas bû  û ber bi Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê ve bi rê ket. Şêniyên herêma Beravê jî li ser rê  bi tilîlî û nîşaneyên serkeftinê cenazeyê şervanên enternasyonalîst pêşwazî kirin.

Dema ku girseya gel gihişt Deriyê Sêmalka, ji aliyê şervanên YPG,YPJ û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin.

Paşê li ser navê şervanên Enternasyonal Botan Canşêr axivî û ji malbatên herdu şehîdan re sersaxî xwest. Canşêr diyar kir ku ew ê rêya şehîdên xwe bişopînin û armancên ku ji bo wê hatine Rojava wê bi cih bînin.

Botan Canşêr destnîşan kir ku herdu şehîd, Canşêr û Şoreş xwedî rihekî têkoşînê bûn, ji ber vê yekê di eniyên pêş de cih digirin da ku gelan ji hêzên tarî û terorîst rizgar bikin û şerê hişmendiya desthilatdar bikin.

Rêhevala herdu şehîdan a bi navê Zîlan Brîtanî jî axivî û da xuyakirin ku wan baş nas kiribû ku raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan felsefeya mirovahiyê ye, ji ber vê yekê berê xwe dan Rojava û tevlî YPG’ê bûn.

Piştre belgenameyên şehadetê yên herdu şervanên enternasyonalîst hatin xwendin û radestî rêhevalên wan hat kirin. Cîhan Şoreş jî ji bo bîranîna rêhevalên xwe yên şehîd Canşêr û Şoreş, stranek pêşkêş kir.

Bi tilîliyên dayîkan û dûrişmeyên “Şehîd namirin” cenazeyên herdu şehîdan derbasî Başûrê Kurdistanê hatin kirin da ku ji bo Brîtanyayê werin şandin.