Gelê Minbicê şehîd Cûdî oxir kirin

Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Alaa Selma (Ceylan Cûdî), bi merasîmekê ya li Şehîdgeha Minbicê hatibû organîzekirin hate veşartin.

Gel termê Şehîd Cûdî ji nexweşxaneya Firat a Minbicê wergirt û anî Şehîdgeha Minbicê.

Di Şehîdgehê de şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê merasîmeke leşkerî lidarxistin.

Di merasîmê de yak ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Verde Elehmed soza domandina şopa şehîdan dubare da.

Li ser navê Rêveberiya Sivîl a Minbicê, Serokê Karên Olî yê Minbicê Elî El Cemîl jî axivî û got: “Şehîdên me ji bo azadî, keramet û jiyaneke hevbeş û demokratîk canê xwe feda kirine.”

Endama Meclîsa Jinan a Minbicê Rîm Derwêş jî di axaftina xwe de ji malbata şehîdan re sersaxî xwest û diyar kir ku ew ê xwedî li nirxên ku şehîdan afirandine derkevin.

Birayê şehîd Mihemed Selama jî anî ziman: “Ceylana xwîşka min êdî keça gel e.”

Piştî axaftinan nasnameya şehîd hate xwendin û radestê malbata wê hate kirin.

Di dawiya merasîmê de termê Şehîd Cûdî bi dirûşme û tilîliyên dayîkan ve hate veşartin.