BI DÎMEN

Gelê Kobanê serketina DEM Partiyê silav kir

Gelê Kobanê serkeftina DEM Partiyê ya hilbijartinên xwecihî bi şahiyekê silav kir.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo rêveberiya bajaran hilbijartinên xwecihî pêk hatin. Gel tevî hemû dek û dolabên desthilata AKP-MHP’ê dengê xwe dan. DEM Partî di hilbijartinê de serketinek dîrokî bi dest xist û gelek şaredariyên bi qeyûman hatibûn desteserkirin paşde wergirtin.

Gelê Kobanê ji bo silavkirina serketina DEM Partiyê li navenda bajêr bi wesayîtan geriyan û piştre berê xwe dan qada Jina Azad. Welatiyan li qadê şahiyek li dar xistin bi gerandina govendê serketina DEM Partiyê silav kirin.

Piştî deqeyekê rêzgirtinê, endamê Tevgera Ciwanê Şoreşger a Kobanê Mihemed Ehmed axivî û got: "Dagirkeriya ku li ser Kurdan qirkirin pêk dianî li hemberî vîna gelê me yê Bakurê Kurdistanê têk çû û bi bin ket. Diyare ku fikir û felsefeya Rêber Apo bi ser ketiye. Çawa gelê Bakurê Kurdistanê di şerê Kobanê de piştgirî dan gelê Kobanê, em ê jî heta dawiyê li pey gelê xwe yê Bakurê Kurdistanê bin."

Şahî bi gerandina govendê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.