Gelê Kobanê li dijî dagirkeriyê daket qadan

Gelê Kobanê li dijî êrişên dewleta Tirk û îxanetê daket qadan. Di çalakiyê de peyama ‘Em ê bi hêza xwe li qadan bin’ hate dayîn.

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê xwepêşandanek li dar xist. Xwepêşandanê ji Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Egîd ve çû. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û yên li dijî xiyanetê hatin berzkirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Ayşe Efendî axivî û got “Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kir. Roj bi roj hejmara şehîdên me zêde dibin. Em serî li ber berdêlên şehîdan ditewînin. Em gelê Kobanê xwediyê Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne û yekemîn xaka ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Rojava li ser meşiyaye ev der e. Bi hezaran şehîdên me hene. Em derfetê nadin dagirkeran û ew ê nikaribin îradeya me ya xurt bişikînin."

Ayşe Efendî diyar kir cihê xayinan li ser xaka Kobanê tune ye û ne ji mafê tu kesî ye ku xiyanetê bi xwîna şehîdan bike. Ayşe Efendî diyar kir divê her kes cihê xwe di nava hêzên parastina civakî  û Erka Xweparastinê de bigire û xaka xwe biparêze.

Ayşe Efendî bal kişand ser xayinên ku dixwazin parçebûnê di nava gelê herêmê de çêkin û ev tişt anî ziman: "Kesê ku xiyanetê li gelê xwe dike divê bizane ku çarenûsa wan tunekirin e.Em xwe naspêrin dewletên ku hevkariya dewleta Tirk dikin da ku komkujiyan li ser gelê me pêk bîne. Heta em serkefinê misoger bikin, em ê li qadan bin.”