Gelê Kobanê 2 şehîd bi rê kirin

Cenazeyê Şehîd Îbrahîm El Berho (Gîvara) û Hecî Mihemed (Çiya Kobanê) ên roja înê di encama hedefgirtina balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Eyn Îsayê şehîd bûn, bi merasîmekê hatin veşartin.

Cenazeyê Şehîd Îbrahîm El Berho (Gîvara) û Hecî Mihemed (Çiya Kobanê) ên roja înê di encama hedefgirtina balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Eyn Îsayê şehîd bûn, bi merasîmekê hatin veşartin. Bi sedan şêniyên herêma Firatê, endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyan, li goristana şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê hatin ba hev û tev li merasîma veşartinê bûn.

Di merasîmê de endama Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê Leyla Omer axivî û got: “Şehadet ji bo me serfirazî ye. Em ê jî layiqê şehîdên xwe bibin û di ber parastina ewlehiya herêmê de, fedakariyan bikin. Bila dewleta Tirk û sîxurên wan baş bizanin ku em gelek in ku bi komkujiyan tune nabin.“

Leyla Omer got ku heke yek ji me şehîd bibe, wê bi dehan kes çekan şehîdan rakin û bibin şopdarên rêya wan.

Ji navçeya Sirînê jî Ezîz Ehmed axivî û diyar kir ku gelên herêmê hay ji komploya li dijî xwe çêbûne û ji bo têkbirina wan komployan canê xwe didin û dagirkeran ji axa xwe dûr dixin. Ehmed anî ziman ku şehîd ji mirinê mezintir in û got: “Cihê sîxuran li ser vê axa pak nîn e ku goristana bi hezaran şehîdan lê ye.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Girê Spî Heza Mihemed axivî û bêdengiya rêxistinên hiqûqî li hember sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelên herêmê dike, şermezar kir.

Di dawiya merasîmê de Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Paşê girseya gel cenazeyê Şehîd Çiya Kobanê li goristana Şehîd Dîcle veşart û  cenazeyê Şehîd Gîvara jî bir goristana şehîdan a li navçeya Sirînê.