BI DÎMEN

Gelê Kantona Firatê sersaxî da malbata Şehîd Mizgîn Dilbirîn

Gelê Kantona Firatê sersaxî da malbata Şehîd Mizgîn Dilbirîn ku li herêma Avaşînê şehîd bû.

Gelê Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser berê xwe dan gundê Bîr Reş ê li başûr Kobanê û sersaxî dan malbata Şehîd Mizgîn Dilbirîn a ku di 1'ê Cotmeha 2021'ê de li Avaşînê şehîd bû.

Girseya gel bi dirûşmeya 'Şehîd namire' berê xwe da konê sersaxiyê.

Di binê kon de ji bo bîranîna şehîdan deqeyek rêz hate girtin. Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Firatê Salih Nûh axivî û got, "Şehîdên me ji bo gel canê xwe kirine feda. Em ê jî rêya ku şehîdan şopandin heta azadiyê dewam bikin."

Salih Nûh got, "Şehîd heqîqet û rûmeta me ne. Dema ku dibêjin 'Şehîd namirin' divê em xwedî li wê mîrateyê derkevin. Şehîdan can û giyanê xwe ji bo azadiya gelekî dan. Divê em jî soza şopandina rêya şehîdan bidin û heta dawiyê xeta ku tê de meşiyan em jî dewam bikin."

Di bîranînê de dirûşma 'Şehîd namirin' hate qîrîn.