Gelê Girê Spî li hemberî dewleta Tirk xwe diparêzin

Hêzên Parastina Civakî (HPC) li hemberî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, herêmê diparêzin.

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ked û hêza xwe di nava refên QSD’ê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Hêzên Parastina Civakî (HPC) de parastina herêmên xwe dikin.

Li bajarê Girê Spî, tevî gefxwarinên Tirkiyeyê û zêdekirina leşkerên xwe li ser sînor, şêniyên bajêr di nav refên HPC`ê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn û QSD`ê de, parastina ewlehî û istiqrara bajarê xwe dikin.

Endamên van hêzan dibêjin ku armanca Tirkiyê ji gefxwarinan û zêdekirina leşkerên xwe li ser sînor ew e ku derbeyê li ewlehî, istiqrar û jiyana hevbeş a li herêmê bixe. Şêniyan tekez kir ku ew ê herêmên xwe biparêzin.

Koko Ekmekciyan şêniyê ji bajarê Girê Spî ye û Ermen e. Ekmekciyan ê endamê HPC`ê wiha got: “Em wek şênî û pêkhateyên Girê Spî parastina bajar û şêniyan dikin. Em bi rêya danîna bendên kontrolê di hundirê bajêr û derdora wê û derketina dewreyan di nav bajêr de, bajarê xwe diparêzin."

Koko Ekmekciyan diyar kir ku Tirkiye bi rêya gefxwarinên xwe armanc dike ku projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş a li herêmê têk bibe.

Mihemed Hesen endamekî din ê HPC`ê ji pêkhateya Ereb û şêniyê bajarê Girê Spî ye. Hesen got ku "Em di ewlehiyê de dijîn. Tirkiye hewl dide derbeyê li ewlehiya herêmên me bixe û leşkerên xwe li ser sinorê Girê Spî zêde dike. Em ê jî herêmên xwe biparêzin."