Gelê Efrîn û Şehbayê Newroza 2022’an pîroz kirin
Gelê Efrîn û Şehbayê bi coş û moraleke bilind Newroza sala 2022’an pîroz kirin û diyar kirin wê Newroza 2022’an bikin Newroza azadiya Rêber Apo.
Gelê Efrîn û Şehbayê bi coş û moraleke bilind Newroza sala 2022’an pîroz kirin û diyar kirin wê Newroza 2022’an bikin Newroza azadiya Rêber Apo.
Gelê Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya ‘Bi vîna gelan em ê Newroza 2022’an bikin Newroza azadiya Rêber Apo’ Cejna Newrozê li Navçeya Ehdas ya Şehbayê pîroz kirin.
Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo rihê cangoriyên azadiyê hate destpêkirin û piştre li axaftina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate guhdarîkirin.
Bernameya Cejnê bi coş û moralek bilind berdewam kir ku tê de hemû pêkhateyên li Şehbayê rengên xwe tê de nîşan dan.
Her wiha gelê Efrînê ê ku nêzî 4 sal li Şehbayê li ber xwe dide û xwe di herêma Şehbayê de bi rêxistin kirine, diyar kirin ku wan di vê Newrozê de bersivek dane dijmin û dane nîşandan îradeya gel nayê şikandin.
Di Newrozê de jinên Efrînê jî hestên xwe yên li ser Newrozê ji ANF’ê re diyar kirin.
Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Şêx Mihemed Axivî û cejna Newrozê li Rêber Ocalan û hemû gel pîroz kir û got “Gelê Efrînê ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçberî herêma Şehbayê bûne lê dîsa jî cejna Newrozê, cejna guhertin û nûbûnê pîroz dikin. Di pîrozkirina vê cejnê de jî nameyekê ji dinyayê re dişînin da ku ji dagirkeriya dewleta Tirk re bibe bersiv, hemû cîhan dev ji bêdengiya xwe berde.”
Endama Koordînasyona Kongra Star a herêma Efrînê Ferîde Îbû Cejna Newrozê li Rêber Ocalan, şervanên azadiyê û li hemû gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.
Endama Meclîsa Jinên Azad ên Şehbayê Emel Silêma jî diyar kir ku îro ew beşdarî cejna Newrozê bûne û bi gelê Efrînê re vê cejnê pîroz dikin. Emel Silêma her wiha cejna Newrozê li Rêber Ocalan û li hemû gelan jî pîroz kir.