Gelê Dêra Zor derbasî herêmên QSD’ê dibin

Gelê Dêra Zor ênji ber bombebarana balafirên girêdayî Rûsay û rejîma Sûriyeyê û her wiha ji ber şerê bi DAIŞ’ê re direvin, berê xwe didin herêmên dibin ewlehiya QSD’ê de.

Ji ber şerê li Dêra Zorê û bomberdûma balafirên şer ên girêdayî rejîma Sûriye û Rûsyayê, gel berê xwe didin herêmên bi ewle yên dibin kontrola QSD’ê de. Welatî her wiha ji ber şerê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên DAIŞʹê malên xwe diterikînin. Koçber berê xwe didin herêmên di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê hatine rizgarkirin. 24 hezar koçber gihiştin Eyn Îsa yê.

‘CIHÊN GIRÊDAYÎ GEL TÊ BOMBEBERAN KIRIN’

Têkildarî mijarê koçberê bi navê Ehmed Husên wiha got:ʺBalafirên rejîma Sûriyê û balafirên Rûsya bi hevdu re ji ber ku cihên çeteyên DAIŞ`ê nizanin bi awayekî hov û dijwar gundên me bombebaran dikin, heta goristana gund, mizgeft û dibistanan jî hedef digrin.ʺ

Koçberê bi navê Îbrahîm Xuşman jî destnîşan kir ku ew ji ber bombebarana bê navber ên balafirên rejîmê û yên Rûsya ya li ser gundên wan, her wiha hovîtiya çeteyên DAIŞ`ê ku ji 5 salan ve gundê wan dagirkirine, reviyane û berê xwe dane herêmên ku ji aliyê şervanên QSDʹê ve hatine rizgarkirin.

Fatme Xelef jî bang li QSD`ê kir ku demildest sivîlên ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatine girtin, rizgar bikin.

Dayika koçber Fatme Elî jî wiha got: ʺMe tiştek bi xwe re ne anî. Ez û zarokên xwe koçber bûn, em ji bombebarana dijwar a bê navber ku li ser gundên me pêk tên reviyane. Dema em gihiştin herêmên rizgarkirî, şervanên QSDʹê pêşwaziya me kir û alîkariya me kirin.ʺ

QSD Û HEYVA SOR A KURD ALÎKARIYÊ DIDE

Koçber di rêyên qumî û firehiyên mezin re bi pêyan û hem bi wesayîn direvîn û nikarîbûn xwarin, av û pêwîstiyên xwe bi xwe re hilbigrin. QSD`ê ji aliyê xwe ve pêşwaziya koçberan dike û pêdiviyên pêwîst ên jiyanî ji wan re peyda dike.

QSD`ê ji bo pêşwazîkirina hejmara mezin a koçberên ji Dêra Zorê tên, amdekariyên xwe zêde kiriye. QSD`ê wesayîtên ku sîtêrên ava vexwarinê û xwarin hilgirtine şandin nuqteyên pêş da pêdiviya koçberan bi cih bîne û alîkariyên lezgîn pêşkêşî koçberan bikin.

Rêxistina Heyva Sor a Kurd jî, di asta herî bilind de pêşwaziya koçberan dike, nemaze piraniya koçberan zarok, jin, pîr û kal in.

Tîmên tenduristiyê jî ji bo pêşwazîkirina koçberan û pêşkêşkirina çareseriyên lezgîn ji nexwaşan re hatin belavkirin. Xebatên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd diyar kirin ku ew bê navber alîkariyên tenduristiyê didin koçberan.