Gelê Cerablûs û Babê nema xwe li dagirkeriya Tirk radigire

Gelê Cerablûs û Babê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û komên wê yên çete daket qadan.

Li bajarê Cerablûs û Babê yên Bakurê Sûriyeyê ku ji aliyê artêşa Tirk û komên wê yên çete ve hatine dagirkirin, acizî û nerazîbûna gel a li dagirkeriyê roj bi roj zêde dibe. Bi sedan kesên ku her roj ji çeteyên li vê herêmê vediqetin, tevlî nava refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dibin.

BI KESÊN JI DERVE ANÎNE, MECLÎS AVA KIR!

Hêzên îstixbaratên Tirkiyeyê beriya niha li bajarê Cerablusê meclîsa bi navê "Meclîsa Sivîl a Herêmî" ava kiribû. Piraniya endamên vê meclîsê ne ji xelkê bajêr e û ji derve hatine anîn.

Welatiyên bajêr li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê xwepêşandaneke girseyî li dar xistin û tê de xwestin ku ev meclîsa ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye avakirin, were sekinandin. Di xwepêşandanê hat xwestin ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk ji bajêr derkevin û li dijî hebûna wan dirûşm hatin qîrîn.

WÊNEYÊN ERDOGAN DALIQANDIN

Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) beriya niha li bajarê Cerablusê raporeke bi dîmen amade kiribû. Di vê raporê de xuya dibû ku ala dewleta Tirk û wêneyê Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser avahiyên hemû sazî û dezgehan hatine daliqandin.

20'ê Mijdara 2017'an jî welatiyên bajarê Cerablûsê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û saziyên girêdayî wê xwepêşandanek li dar xistin. 

ŞÛBEYA ÎSLAMÎ YA BI NAVÊ 'BAŞAKŞEHÎR'

Piştî vê yekê dewleta Tirk li bajarê Cerablûsê dibistanek vekir. Ev dibistan perwerdeya bi zimanê Tirkî dide û li ser avahiya wê gelek alên Tirkiyeyê hatin rakirin.

Di vê mehê de akademiya bi navê "Başakşehîr” a Îslamî bi hevpeymaneke li gel Wezareta Hîndekariyê ya Tirkiyeyê li bajarê Babê şaxekî xwe vekir.

Çavkaniyên ji bajarê Babê dibêjin "Welatiyên bajarê Babê ji van kiryarên Tirkiyeyê ne razî ne. Li Babê jî meclîsek bêyî agahiya welatiyan hatiye avakirin. Ev meclîs ne rewa ye û hemû endamên wê ne ji welatiyên bajarê Babê ne. Endamên vê meclîsê tenê fermanên MÎT'a Tirkiyeyê pêk tînin."

Dewleta Tirk ji Tebaxa 2016'an ve bajarê Cerablûsê dagir kiriye. Wê demê çeteyên DAÎŞ'ê ji bajêr vekişiyan û hêzên Tirkiyeyê û çeteyên wê li wir bi cih bûn.