Gelê Şengalê qeymeqamê PDK'ê şermezar dike

Gelê Şengalê qeymeqamê PDK'ê şermezar dike. Tevî ku hêzên Iraqê êrîş birin ser gel û pêşî li wan girt, Şengaliyan xwe gihandin ser rêya sereke û dest bi meşê kirin.

Civaka Êzidî ya li Şengalê, ji bo şermezarkirina jinûve wezîfedarkirina qeymeqamê PDK'ê Mehma Xelîl ber bi navenda Şengalê ve meşiya. Hêzên Iraqê gef li Şengaliyan xwarin û bi çekan êrîşî Êzidiyan kirin. Şêniyên Şengalê ev astengiya hêzên Iraqê rakirin li ser rêya bingehîn a Şengalê dest bi meşê kirin.

Di vê navberê de qeymeqamê PDK'ê Mehma Xelîl gihîşt Telaferê û ber bi Şengalê ve bi rê ket. Meşa protestoyî ya Şengaliyan dewam dike.