Geîr Pedersen dikeve şûna De Mîstûra

Hate ragihandin, li şûna Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê Staffan de Mîstûra, siyasetmedarê Norwêcî Geîr Pedersen hatiye wezîfedarkirin.

Tê gotin, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres dema ku agahî dida Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, eşkere kiriye ku Geîr Pedersen li şûna de Mîstûra hatiye bicihkirin.

Li gorî nûçeya ji çavkaniyên dîplomatîk, Pedersen ku hîn jî Sefîrê Bilind ê Norwêcê yê li Pekînê ye, wê dawiya meha Mijdarê bikeve şûna de Mîstûra û bibe Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê ji bo Sûriyeyê.

Gûterres di nameya xwe de ya ji bo Konseya Ewlekariyê got, beriya tayînkirina Pedersen, Sûriye jî di nav de nêrîna hikumetên gelek welatan hatiye girtin.

Gûterres diyar kir, Pedersen ji bo pêkhatina 'çareseriyeke siyasî ya cihê baweriyê' wê destekê bide hemû aliyan.

Staffan de Mîstûra, piştî ku sala 2011'an li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir, hate wezîfedarkirin ku ji bo çareseriyê dest bi danûstandinan bike. Dawiya meha Mijdarê hate eşkerekirin ku Staffan de Mîstûra dest ji wezîfeyê berde. De Mîstûra danûstandinên li Cenevreyê organîze dikir. Hevdîtinên li Cenevreyê ji ber ku Kurd û gelek hêz li derveyî xwe hişt, bi ser neketin. Lewma ev hevdîtin timî bûn mijara rexneyan.