TEV-DEM û PYD'ê ji bo Şengalê bang li rêveberiya Iraqê kir

TEV-DEM û PYD'ê bang li rêveberiya Bexdayê kirin ku bi diyalogê nêzî Şengalê bibe û hurmetê nîşanî îradeya xelkê Şengalê bide.

Têkildarî hewldana doh a artêşa Iraqê ya ji bo destwerdana li Gir Zerik a Şengalê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Iraqê kir ku erkên xwe yên exlaqî li hemberî dozên civaka Êzîdî ya li Şengalê bîne cih û destekê bide projeya demokratîk ku ji bo çareseriyê nimûne ye.

TEV-DEM`ê diyar kir ku hikumeta Iraqê bi sewqiyatên leşkerî yên li ser herêmê dixwaze destkeftiyên Şengaliyan têk bibe, piştî ku gelek azar û êş ji ber komkujiyan, revandina jinan, zarokan û temenmezinan kişandin. Her wiha TEV-DEM`ê bi bîr xist ku li şûna hikumeta navendî rêzê ji vîna serkeftî bigire û bi mafên wan ên rewa di destûreke demokratîk de îtîraf bike, bi rêya pêkanîna lihevkirina 9`ê Cotmehê hewldana êrişkirina herêmê dike û got,“Bi vê yekê tenê xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê dike û fermaneke nû li dijî şêniyên Şengalê pêk tîne.”

PYD'Ê BANG LI RÊVEBERIYA BEXDAYÊ KIR: LI PEY PLANÊN HÊZÊN HERÊMÎ NEÇE

Her wiha PYD'ê jî bang li Iraqê kir ku rêzê li vîna Şengalê bigire.

Meclîsa Giştî ya PYD'ê jî bang li hikumeta Bexdayê kir ku li pey planên hêzên herêmî neçe û Şengalê neke hedef.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Roja sêşema 20`ê Nîsanê, hikumeta Iraqê hewl da derbasî gundê Gir Zirk ê Şengalê bibe da ku rewşeke nû ku ne li gorî hêvî, vîn û azadiya gel e, ferz bike. Tevî berxwedana YBŞ`ê û Asayîşa Êzîdxanê ku li hember mezintirîn rêxistinên terorîst (DAIŞ) sekinî, di demekê de ku artêşa Iraqê li pêşiya DAIŞ`ê têk diçû û di nava çend saetan de bajarên Iraqê diketin.

Em Meclisa Giştî ya PYD'ê siyasetên ku hewl didin gelê me li Şengalê têk bibin, red dikin. Em vê yekê wek berdewama komploya ji aliyê hin hêzên herêmî ve dibînin ku dixwazin vîna gelê Kurd tune bikin û nasname û hebûna wî biguherînin, dibînin. Em tekez dikin ku em ê bi derfetên xwe yên heyî û rewşa bi gelê xwe li Şengalê re bisekinin û destekê bidin wan."