Gefa li ser Kurdîtiya Efrînê: Guhertina demografiyê (2)

Bi dagirkirina Efrînê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo ji holê rakirina nasnameya Efrînê serî li hemû rê û rêbazên qirêj da. Yek ji wan rêyan jî li şûna xelkê resen yê Efrînê bicihkirina malbatên Ereb ên deverên cuda yên Sûriyeyê ye.

Navçeya Mabeta dikeve ser deşteke kilsî û bi qasî 15 km li bakurê rojavayê navenda bajarê Efrînê dûr e. Nêzî 45 gund girêdayî navçeya Mabeta ne. Niştecihên wê bi çandina zeytûnan, rez û rezvanan ji navçeyên dîtir cuda ne. Navçe di dema fermana Fransa li ser Sûriyê de navenda navçeya "Kuradax" bû.

Li gorî xelkê herêmê Mabata ji ‘Malbat’ê tê, ev yek jî ji hebûna malbatên Elewî ya li Mabatayê û hezkirina wan malbatan a ji hev tê.

Piştî ku Osmaniyan dest bi qirkirin û komkujiyên li ser pêkhateyên herêmê kirin, yek ji van pêkhateyan jî Elewî bûn. Yek ji navenda qirkirinê ya li ser Elewiyan Dersim e û weke Komkujiya Dersimê jî tê zanîn. Piştî qetilkirina bi sed hezaran kesan, di serî de Elewî û gelek pêkhateyan berê xwe dan herêmên din û hatine sirgûnkirin. Gelek Elewiyan jî berê xwe dan Efrînê, hema bêje jî hemû li navçeya Mabata ya Efrînê bi cih bûn. Nifûsa wan dighêje zêderitrî 15 hezarî. 

Bi destpêkirina êrîşên Tirkiyê yên di Çileya 2018'an de pêlên koçberiyê ya xelkê Efrînê dest pê bû. Bi wê re jiyana Elewiyan ku yek ji gelên ku bi destê Osamaniyan di komkujiyan re derbas bûne, jiyana wan ket metirsiyeke mezin ku wê di komkujiyeke din re derbas bûban, lê vê carê bi destê Osamiyan nû û çeteyên wê. Hema bêja piraniya xelkê naçeya Mabata bi êrîşên Tirkiyê re koçber bûn. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya Rûsya û rejîma Sûriyeyê xelkên cuda yên Sûriyeyê weke ji Xotayê Şamê, Hema, Humus, Şam, Dera, Îdlib û hwd. li şûna xelkê Efrînê bi cih kirin. Bi wê re mezintirîn pêngava guhertina demografîk li herêma Efrînê di nav de navçeya Mabetayê pêk hat û heya niha berdewam e. 

Li gorî belgeyên ku ji Ajansa Nûçeyan a Firatê ji jêderên taybet hatine bidestxistin, hejmara malbatên Ereb ên hawirdor yên li navçeyê bi cih bûne wiha ne;

Navçeya Mabata: Ji 1200 xaniyan pêk tê û nêzî nîvê xelkê yên resen piştî dagirkirina Efrînê vegeriyane navçeyê. Her wiha nêzî 600 malbat ji Erebên hawirdor li şûna xelkê ku hatine koçberkirin, hatine bicihkirin. Her wiha li qada gund kampek hatiye avakirin û baregeheke leşkerî ya artêşa Tirkiyê jî li navenda navçeya Mabata hatiye avakirin. Çeteyên El-Şemiyê bi serkêşiya çete Ebo Cuma gund kontrol dikin.

Gundê Omero: Girêdayî navçeya Mabata ye û ji 175 malan pêk tê. Derdora 1000 kes lê dijî. Zêdetirî 100 malbat vegeriyane, nêzî 15 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Muntesir Billah El-Turkmanî ve bi serkêşiya çeteyên Fîras Paşa El-Turkmanî El-Helebî ve tê kontrolkirin. Muxtarê gund Husên Xoce ye. 

Mistaşûro: Girêdayî navçeya Mabata ye û ji 65 xaniyan pêk tê û hejmara xelkê wê yê resen derdora 400 kes e. Piştî dagirkirina Efrînê nêzî 35 malbat li gund mane ku nêzikî 130 kes in û piraniya wan kal û pîr in. Li gund 10 malbat li şûna xelkê resen hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên Mihemed El-Fetih ve tê kontrolkirin û navenda wan a leşkerî di mala welatiyê bi navê Ehmed Ezîz de ye.


Dimlya: Girêdayî navçeya Mabata ye û ji 250 malan pêk tê, hejmara xelkê wê yê resen nêzîkî 1300 kes e hemû ji pêkhateya Kurd in. Piştî dagirkirina Efrînê nêzikî 130 malbat li gund man ku piranî kal û pîr in. Her wiha zêdetirî 200 malbatên Erebên hawirdor li şûna xelkê resen hatine bicihkirin ku hejmara wan digihije 1000 kesan. Di destpêka dagirkirina Efrînê de gund di bin kontrola çeteyên koma bi navê Mihemed El-Fateh de bû, lê niha di bin kontrola çete Ebdulkerîm Qisûm bi nasnav Ebû Cemal e de ye û li mala welatiyê Cemîl Îci bi cih bûne.

Habo: Ser bi navçeya Mabata ye û ji 65 malan pêk tê û hejmara xelkê wê yê resen nêzîkî 350 kes bûn û hemû pêkhateyên Kurd bûn. Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker nêzîkî 30 malbat li gund mane. Her wiha nêzî 13 malbat an jî bi qasî 75 kes li gund hatin bi cih kirin. Gund ji aliyê çeteyên Munteser Billah tê kontrolkirin.

Raja: Ser bi navçeya Mabata ve ye û ji 60 xaniyan pêk tê û hejmara xelkê wê yê resen van nêzîkî 360 kes e. Piştî êrişê nêzîkî nîvê gundiyan man û zêdetirî 30 malbat di malên gundiyan de hatin bicihkirin. Gund ji aliyê Cenha El-Şamiya bi serokatiya Ebû Celib tê kontrolkirin.

Kaxirê: Girêdayî navçeya Mabata ye û ji 400 xaniyan pêk tê, hejmara xelkê wê yê resen zêdetirî 2000 kes in. Piştî êrişa Tirkiyê nîvê gundiyan mane û nîvê din jî bi darê zorê koçber bûne. Zêdetirî 200 malbatên Erebên hawirdor di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Çeteyên El-Emşat bi serkêşiya çeteyên Ebû Hisên gund kontrol dikin û muxtarê gund bi navê Ehmed Ebdulrehman El-Qasim tê nasîn.

Gundên Avrazê - Gobekê - Golîka: Yên ser bi navçeya Mabata ne, her sê gund ji 225 xaniyan pêk tên, derdora 20 malbat ji gund hatine koçberkirin. Her wiha nêzî 50 malbatên Ereb li malên gundiyan de hatine bicihkirin. Kampeke mezin li kêleka gundê Avrazê hatiye avakirin, li kêlaka wê mala mêtîngeriyê ku ji aliyê Komela El-Beyan a Qeterê ve hatiye avakirin heye ku dikeve Meydana Newrozê ya gundê Avrazê. Gund ji aliyê çeteyên Lîwa'i El-Şemal ve tê kontrolkirin.

Mamilo: Ji 350 malan pêk tê û hemû di destpêka êrişê de koçber bûne û di rojên dawî yên êrişê de beşeke mezin ji wan vegeriyane gundê xwe. Piştî dagirkirinê zêdetirî 300 malbatên xelkê gund vegeriyane. Li gund 20 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Çeteyên Mihemed El-Fatêh bi serkêşiya çeteya Şadî ji gundewarên Helebê gund kontrol dikin. Muxtarê gund Ehmed Osman Bîrîm e.

Mîrkan (gundê Husê): Girêdayî navçeya Mabata ye û ji 400 malan pêk tê. Her kes di dema êrîşan de koçber bûne û sedî 90’ê ji xelkê wê yê resen vegeriyane. Li gund 40 malbatên Erebên hawirdor li malên gundiyan de hatine bicihkirin. 

Baadîno: Ji 800 malan pêk tê, serjimêriya wê dighêje 3500 kesan. Di dema êrîşên dagirkeriya Tirkiyê bi ser herêmê ve nêzî 500 malbat vegeriyan nav mal û milkên xwe. Her wiha niha nêzî 400 malbat ji Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Çeteya lîwaa 112 bi serkêşiya Ebid El-Kerîm Qesom gund birêve dibin.

Qenterê: Ser bi navçeya Mabata ve ye û ji 150 malan pêk tê û hejmara xelkê wê ya resen nêzî 1000 kes e. Nêzî 40 malbat vegeriyane gund. Nêzî 150 malbat ku bi qasî 750 kes in, li şûna xelkê gund hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên El-Şamiyê bi serkêşiya Şêx Cûma de ye. Muxtarê gund bi navê Mihemed Omer tê nasîn. 

Erebo: Ji 350 xaniyan pêk tê, di dema êrişa Tirkiyê de hemû gundî koçber bûn. Piştî dagirkirina herêmê nêzî ji sedî 70’î gundiyan vegeriyane gund. Li gund zêdetirî 100 malbatên Erebên hawirdor di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Mihemed El-Fetih de ye û muxtarê gund Mihemed Emîn Xorşîd e.

Kemrûkê: Ji 280 malan pêk tê, 40 malbat di dema êrîşên Tirkiyê de koçber bûne û li şûna wan 40 malbatên Ereb hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Suqur El-Şemal de ye û navê muxtarê gund Heysem Mihemed Menan e.

Şêxotka: Girêdayî navçeya Mabata ye û ji 170 xaniyan pêk tê, nêzîkî 30 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin, yên mayî jî şêniyên wê yên resen in. Gund di bin kontrola çeteyên artêşa El-Nuxbê de ye û navê muxtarê gund Ebdulreûf Arêf Şêx Sîdî ye. 

Emoro: Girêdayî navçeya Mabeta ye û ji 100 xaniyan pêk. Nêzî 25 malbatên Ereb li gund hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola Artêşa El-Nuxbê de ye. Muxtarê gund Ferhan Osman e.

Ereb Şêxo: Hemû xelkê gund yê resen ji pêkhateya Ereb in û ji 25 xaniyan pêk tê. Muxtarê gund Mihemed Eboş e û çeteyên artêşa El-Nuxbê gund kontrol dikin.  

Sêmalka: Girêdayî navçeya Mabata ye, ji 150 xaniya pêk tê û nêzî 30 malbatên Ereb li gund hatine bicihkirin. Muxtarê gund Miqdad Xelîl Şêx Kêlo ye û çeteyên Sultan Murad gund konrtol dikin.

Gundê Şorbe: Girêdayî navçeya Mabata ye û ji 80 xaniya pêk tê. Li gund nêzî 20 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Gund ji aliyê çeteyên El-Hemzat ve tê kontrolkirin. 

Şêx Kêlê û Xirabê Şêx Kêlê: Her du gund ji 60 xaniyan pêk tên, tenê malbatek li gund eslê xwe ji pêkhateya Ereb e û yên din Kurd in. Li gund nêzî 15 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Muxtarê gund Mih El-Dîn Riyad Şêx Kêlo ye û çeteyên Lîwai El-Şemal gund kontrol dikin.

Gundê Heyatê: Girêdayî navçeya Mabata ye û ji 35 xaniya pêk tê. Di dema êrîşên Tirkiyê de 15 xanî hatin rûxandin. Piştî dagirkirina gund nêzî 20 malbatên çeteyên El-Zênkî li gund hatin bicihkirin. Niha gund di bin kontrola Ehrar El-Şerqiyê de ye. Muxtarê gund Ehmed Ezîz Henan e.
 
Qûpê: Girêdayî navçeya Mabata ye û ji 120 xaniyan pêk tê. Li gund nêzî 70 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Bi tenê 50 malbatên resen li gund mane ku nêzî 150 kesin û piraniya wan temen mezin in. Li ser qadên gund nêzî 50 kon hatine vedan. 

Dargirê: Ji 135 malan pêk tê. Li gund nêzî 40 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin yên mayî jî xelkê resen in. Navê muxtarê gund Esed Sebrî Dawûd e. Gund di bin kontrola çeteyên El-Hemzat bi serkêşiya çeteya Ebo- Ined de ye.

Şîtka: Ji 130 malan pêk tê. Li gund nêzî 70 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Eniya Şam de ye. Muxtarê gund Mihemed Ebdil Henan e. 

Eyn Hecera Mezin- Eyn Hecera biçûk- Gundê Omo: Her sê gund jî ji 250 xaniyan pêk tên. Li gund nêzî 40 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Her wiha çeteyên El-Hemzat li gund hatine bicihkirin.

Xoziyono jorîn û jêrîn: Ji 150 malbatan pêk tê. Li gund nêzî 30 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Lîwaa 112 de ye. 

Soriyo: Ji 80 xaniyan pêk tê, di dema êrîşên Tirkiyê de hemû şêniyên gund hatine koçberkirin. Li gund nêzî 20 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên koma Mihemed El-Fetêh de ye. Muxtarê gund jî bi navê Beşîr Hemîd e.

Şêtono: Ji 45 xaniyan pêk tê. Li gund nêzî 20 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Mihemed El-Fetih de ye û muxtarê gund Esed Bayram e.

Korka jêrîn: Ji 45 malan pêk tê. Li gund nêzî 20 malbatên Ereb di malên gundiyan de hatine bicihkirin. Gund di bin kontrola çeteyên Mihemed El-Fetih de ye û muxtarê gund Fewzî Şukrî Heyder e.

Kokanê Jorin: Nêzî ji 100 xaniyan pêk tê. Nêzî 50 malbatên gund jê hatine derxistin û 50 malbatên ji derveyî gund tê de bi cih bûne. Gund di bin kontrola çeteyên El hemzet de ye. Muxtarê gund Mihemed Mistafa Hemo ye.

Delo: Ji 55 xaniyan pêk tê, nîvê şêniyên gund li gund in û piraniya wan temen mezin in. Her wiha malbatên çeteyan li gund bi cih bûne. Gund di bin kontrola çeteyên Semerqend de ye. 

Çûmezino: Ji 25 xaniyan pêk tê, nêzî 5 malbatên ji dervayî gund tê de hatine bi cih kirin. Gund di bin kontrola Cebhe Şamiyê de ye. 

Birko: Ji 40 xaniyan pêk tê. Nêzî 20 malbatên ji derveyî gund di gund de hatine bi cih kirin. Gund di bin kontrola çeteyên Şamiyê de ye. 

Mesarkê: Ji 33 xaniyan pêk tê. Nîvê şêniyên gund ji gund hatine derxistin û li şûna wan malbatên ji derveyî Efrînê hatine bi cih kirin. Gund di bin kontrola çeteyên Cebhe Şemiyê de ye. 

Elî Caro: Ji 60 xaniyan pêk tê, 30 malbat li şûna şêniyên gund hatine bi cih kirin. Gund di bin konrtola Cebhe Şemiyê de ye. 

Kokan Jêrîn: Ji 150 xaniyan pêk tê, nêzî nîvê gund koçber bûne û nîvê din jî di gund de asê mane. Her wiha zêdetirî 20 malbatên ji derveyî Efrînê tê de bi cih bûne. Gund bi rêveberiya Ebû Inad di bin kontrola çeteyên Hemzat de ye. Muxtarê gund Mihemed Mistafa Hemo ye. 

Rûta: Nêzî 50 malbatên ji derveyî Efrînê tê de hatine bi cih kirin. Piraniya şêniyên gund bi darê zorê ji gund hatine derxistin. Gund di bin kontrola çeteyên Semer qend de ye. 

Gundê Selo: Ji 35 xaniyan pêk tê, 5 malbatên ji derveyî Efrîn di gund de hatine bi cih kirin. Gund di bin kontrola çeteyên Mihemed El Fatih de ye.

Birîmce: Ji 200 xaniyan pêk tê. Hemû şêniyên gund di dema dagirkirinê de derketine û piştî wê ji sedî 90’î wê vegeriyane gund. Li gund 20 malbat ji derveyî xelkê Efrînê tê de hatine bi cih kirin. Gund di bin kontrola çeteyên Mıhemed El Fatih de ye û muxtarê gund Adil Ebdul Hemîd Fîlk e. 

Hec Qasma: Ji 70 xaniyan pêk tê. Nêzî 30 malbatên ji derveyî Efrînê tê de hatine bi cih kirin, yên din jî şêniyên gund bi xwe ne. Gund di bin kontrola çeteyên Mihemed El Fatih de ye û muxtarê Gund Kamîran e.

Sêwîya: Ji 50 xaniyan pêk tê, hemû şêniyên gund li gund in, tenê malabata şehîd Rustem ji gund derketine. Gund di bin kontrola çeteyên Ehrar Şerqiyê de ye û muxtarê gund Henan Reşîd Ebû Îmad e. 

Kêl Îbû: Ji 35 xaniyan pêk tê û nêzî 15 malbatên ji derveyî Efrînê li gund bi cih bûne. 

Kitix: Ji 20 malbatan pêk tê ku esasa wan ji gundê Sêwîya ye. Nêzî gund di gira Kiritxê de kon hatine danîn. 

Dîba: Ji 15 xaniyan pêk tê û hemû di gund de ne. Li kêleka gund avahî hatine avakirin. Gund di bin kontrola çeteyên Lîwaa Şemal de ye. 

Kurka Jorîn: Ji 80 xaniyan pêk tê. Zêdetirî 20 malbatên ji derveyî Efrînê tê de hatine bi cih kirin. Gund di bin kontrola çeteyên Mihemed El fatih de ye û muxtarê gund Xelîl Mihemed Kêlo de ye.

Avahiyên niştecihbûnê ku li navçeya Mabata hatine avakirin;

Nişteciha gundê Avrazê: Gundê Avrazê li aliyê Çiyayê Hawarê dikeve. Niştecih jî aliyê Komeleya El Beyen a Qeterî "Cemyît El Beyen El Qatariyê" hatiye avakirin. 
Yên ku li wir jiyan dikin kesên ku di bin konan de yên li gundên derdorê çiyayê Hawarê jiyan dikirin e. Herwiha li kêleka niştecihê kampek mezin heye ku tê de bi hazaran xelkê gundewarê rojavayê Helebê jiyan dikin. Dewleta Tirk a dagirker xwest cihên perwerdê yên ku xwendekarên Kurd lê dixwandin, veguherîne baragehên leşkerî û istixbaratî; Li navçeya Mabeta çeteyan dibistana Şehîd Seydo ya amadeyî û navîn veguherandin navenda çeteyên El-Muntesir Billah.

ANF | Gefa li ser Kurdîtiya Efrînê: Guhertina demografiyê -1 (anfkurdi.com)