Gav bi gav çareserî

Ji civînên Cinêv, Astana, Soçî û Riyadê yên ‘Bê Kurd’ ti çareserî derneket lê modêla federasyona demokratîk a Bakurê Sûriyê gav bi gav pêk tê.

Ji bo çareseriyeke ji şerê navxweyî yê Sûriyê re were dîtin ji gelek civînên Cinêv, Astana, Soçî û Riyadê ti encam dernakeve, li hêla dî jî li Bakurê Sûriyê gel gav bi gav bi pergala xwe ya federal deriyê derketina ji kaosê vedikin.

Rêveberiya AKP’ê li dijî civîna Kongreya Diyaloga Netewî ya Sûriyê ku di Soçiyê de biryara li ser hate standin radiweste û bi wê helwestê ye, dibêje, ‘’lîsteya kesên ku wê tevlî civînê bibin em ê biryarê li ser bidin’. Li gel vê, Federasyona Bakurê Sûriyê ku hilbijarina Komun û Meclîsên xwecih pêk anî, niha jî xwe hazir dike ku bi Kongreya Gel a Çileya 2018’an dawî li wan nîqaşan bîne bê ka kî wê li maseya çareseriyê be.

Dema peywirê ya federasyonê ku 2016’an xwe ragihand ber bi dawiyê ve diçe, di nav du salên dawî de Meclîsa Damezirîner biryarên girîng ên wekî ‘Peymana Civakî’, ‘Belgeya Siyasî’ stand. Me li avaniya îdarî ya Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê nerî û li modêlên alternatîf ên çareseriyê nerî.

RAGIHANDINA FEDERASYONÊ

Federasyona Bakurê Sûriyê 16’ê Adara 2016’an li Rimêlanê bi tevlêbûna 200 delegeyên Kurd, Ereb, Sûryanî, Êzîdî bi kongreyekê hate ragihandin. Federasyon ji herêmên xweser ên Cizîr, Firat û Efrînê pêk tê. Federasyona li ser hişmendiya xwerêveberiyê, xwe dispêrê ser wê ku her herêm di qadên aborî, ewlehî û parastinê de xwe bi rê ve bibe.

Di civîna Meclîsa Damezirîner de 16 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên rêxistinên jin û ciwanan amade bûn, heta dema ku rêveberiyeke bi hilbijartinê diyar bibe, Desteya Rêxistiniyê ya 31 kesan pêk hat. Desteya Rêxistiniyê jî bi navê Dîplomasî, Çapemenî, Peymana Civakî û Xebatên Civakî bi çar komîteyên cuda hate danîn.

ENDAMÊN MECLÎSA DAMEZIRÎNER

Hevseroktiya Meclîsa Damezirîner ji hêla Hediye Yusuf û Mensûr El Selûm ve têne kirin. Di Meclîsê ji Herêma Cizîrê 15, ji herêma Firat û Efrînê 8 endam hene.

Navê endamên Desteya Rêxistinê ya Meclîsa Damezirîner wiha ne:

Herêma Cizîrê: Heniyfa Hisên (Kongreya Star), Şahoz Hesen (TEV-DEM), Luqman Hemê (Partiya Keskan a Kurdistanê), Nesredîn Ibrahim (PDKS/El-Partî), Derya Remedan (Partiya Yekîtiya Netewi ya Azad, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî), Zeydîn Xêr El-Taî (Nûnerê gelê Ereb), Ebîr Ebdo (Ereb), Wesayif Dendeh (Ereb) Ehmed Mitib Selman (Ereb), Şemê Yohanna Somo (Asurî), Malik Esmer (Asurî), Senherîb Bersûm (Suryanî), Êlîzabeth Gewriyê (Suryani), Akîf Mustefa (Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR), Berdevkê Karê Derve ), Cibêr Cendo (Nûnerê Gelê Êzîdî).

Herêma Firatê: Hêlîn Haçim (Alîkarê Serokê Konseya Karê Civakî ), Selwa Osman, Ferhad Dêrîk (Endamên Desteya Rêbeber a TEV-DEM’Ê), Mihemed El-Tayih (Ereb), Zelal Dawûd, Lûsiyan Matosiyan (Ermenî), Esad Beşîr (Tirkmen)

Herêma Efrînê: Rîma Qermo, Hêlîn Hisên, Henîf Seydo, Nadir Xelîl Reşîd, Rojhilat Arif, Mihemed Elî Reşo, Emel Berho, Cemal Elo ve Mehmûd Hemdik.

BELGEYE HÎMÎ YA SEREKE

 ‘Belgeya Siyasî’ ya ku amanc û prensîbên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê diyar dike, di civîna Rimêlanê ya Meclîsa Damezirîner a 29’ê Kanûna 2016’an de hate pejirandin. Amac û rêgezên Belgeya Siyasî wiha têne rêzkirin:

*Neteweya Demokratîk,

*Welatê Hevpar,

*Komara Demokratîk,

*Destûra Demokratîk,

*Xweparastin,

*Têkoşîna Azadiya Jinê,

*Aborî,

*Rêgeza Zimên û Çandê.

Ji bo çareseriya krîza Sûriyê jî tê pêşniyarkirin ku ‘Sûriye bibe komareke ku avaniyê federal a dewleta Sûriyê nas bike’.

Di Belgeya Siyasî de tê gotin hewldanên çareseriyê yên bi rengê restorekirina pergala netewdewletê û desthilatdariyê wê were maneya parçebûna Sûriyê, yekîtiya bi zorê ya netewperestî, mezhebî û dînî wê Sûriyê hilweşîne.

Belgeya Siyasî diyar dike ku Pergala Federal a Demokratîk, yekerebûna xaka Sûriyê mîsoger dike, ji ber ku ji her cure hewldanên çareseriyê dûr hatine xistin, ew gelên Sûriyê çareseriya xwe diyar kirine.

PEYMANA CIVAKÎ

Yek ji metna dî ya girîng jî ku Meclîsa Damezirîner di nav 2 salan de biryar li ser standî jî belgeya ‘Peymana Civakî’ ye. Peymana Civakî 27’ê Hezirana 2016’an li Dêrikê bi civînekê hate qebûlkirin û ev belge belgeya damezirînera Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye.

Peymana Civakî ya ku li ser rêgezên ‘Neteweya Demokratîk’ a gelên Bakurê Sûriyê hatiye danîn, Rêgezên Sereke, Maf û Azadî, Pergala Civakî û Hikmên Giştî û 83 xalan pêk tê. Peyman ‘mafê mirovan a 3 nifşan’ nas dike.

Di Peymana Civakî de Cizîr, Firat û Efrîn weke herêmên xweser ên di nav federasyonê de têne naskirin, navenda federasyonê jî Qamişlo ye.

AVANIYA ÎDARÎ

Federasyon bi pergala hevseroktiyê tê rêvebirin. Pergal ji 3 qonaxan pêk tê û hilbijartin serê 2 salan dibe. Avaniya siyasî a federasyonê jî Kongreya Gel a Demokratîk e ku xwe dispêrê meclîs û komunan. Avaniya îdarî bi Yasaya Herêmên Îdarî hate danîn, ku 27-28’ê Tîrmehê ji hêla Meclîsa Damezirîner ve hate pejirandin.

Jixwe xala 8’an a beşa ‘Rêgezên Giştî’ ya Peymana Civakî, tê diyarkirin ku federasyon li ser hişmendiya ‘xweseriya demokratîk’ bi rengê ‘konfederal’ xwe rêxistinî dike.

HERÊMA OTONOM A CIZÎRÊ

Herêma Otonom a Cizîrê ji kantonên Hesekê û Qamişlo pêk tê.

1-Kantona Hesekê; ji Hesekê, Dirbêsiyê, Serêkaniyê, herêma Tiltemir û navçeyên Şedadê, Êrîşa, Holê pêk tê.

2-Kantona Qamişlo; ji  Bajarê Qamişlo û Amûdê, Tirbesipiyê, Til Hemîs, Til Berek û ji herêma Qamişlo ku gundên bi ser van navçeyan ve pêk tê. Girkê Legê, Til Koçer, Çilava û ji herêma Dêrikê pêk tê.

HERÊMA OTONOM A FIRATÊ

Ji kantonên Kobanê û Girê Spî pêk tê.

1-Kantona Kobanê; ji herêma Kobanê pêk tê, ku Kobanê, Şêran û Qenayê û navçe û gundên wan vedihewîne. Herêma Sirînê jî navçeyên Sirînê û  Çelebiyê û gundên bi ser wan ve dihewîne.

2-Kantona Girê Spî jî ji bajarê Girê Spî, navçeyên Eyn Îsa û Silûkê û gundên wan pêk tê.

HERÊMA OTONOM A EFRÎNÊ

Ji kantonên Efrîn û Şehbayê pêk tên.

1-Kantona Efrînê ji sê herêan pêk tê. Li gor vê:

Herêma Efrînê ya ku ji navçeyên Efrîn, Şêrewa, Mobata, Şeran û Meydankê pêk tê.

Herêma Cendirêsê ku ji navçeya Cendirêsê û gund û bajaronên navçeya Şiyê vedihewîne.

Herêma Raco ku ji navçeyên Raco, Bilbilê, Meydana, Baîdînan û gundên bi ser wan ve pêk tê.

2-Kantona Şehbayê, ji herêma Til Rifatê û navçeyên bi ser wê ve, Ehrez, Fafin û Kefar Nayayê pêk tê.