Fransa: Li dijî terorîzma DAIŞ’ê têkoşîn esas e

Fransayê li dijî sûcên ‘piştgirîkirina terorîzmê’ ya ku ji aliyê Serokê Rejîma Baas Beşar El Esad ve hatibû gotin nerazîbûnekî tund nîşan da.

Beşar Esad ji roja destpêkê ya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê dewleta Fransa weke piştgirîdayîna terorîzmê nîşan dide. Esad, Fransayê herî dawî bi xetimandina hevdîtinên aşitiyê yên li Cinevê sucdar kir û wiha got: “Fransa ne di rewşekî wiha de ye ku ders bide me, ji ber ku ji roja yekê ya şerê navxweyî yê li Sûriyeyê piştgiriya terorîzmê dikin.”

Têkildarî daxuyaniyên Esad Serokkomarê Fransa Emmanûel Macron û Wezîrê Karê Derve Jean-Yves Le Drîan nerazîbûnekî tund nîşan da.

Macron têkildarî sucdariyan got ku ‘nayê qebûlkirin’ û ji roja yekê ya şer ve welatê wî li dijî terorîzma DAIŞ’ê têkoşîn dike. Macron piştî hevdîtina xwe ya bi Sekreterê Giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg axivî û sûcên tê gotin red kir.

Ji beriya Macron Wezîrê Karê Derve Jean-Yves Le Drîan daxuyanî da û got ku Esad di wateya siyasî de ne xwedî poziyonekê ye. Le Dîran bibîr xist ku Edan di rewşa heyî de girêdayî Rûsya û Îranê ye û bal kişand li ser qetlîamên li dijî qel ku ji aliyê rejîmê ve dihate kirin. Le Drîan got ku Esad çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehê serbest berdaye û got ku Esad ne di rewşekî wiha deye ku ders bide me.